Doza li ser rola Yewnanîstanê ya di komployê de wê di 9'ê Mijdarê destpê bike

Doza li ser rola Yewnanîstanê ya di komploya navneteweyî de wê di 9'ê Mijdarê destpê bike. Parêzerên dozê got, "Ev pêvajoya dozê ya piştî 17 salan, ne ji aliyê dewleta Yewnan ve, ji aliyê me ve hatiye destpêkirin."

Doza li ser rola Yewnanîstanê ya di komploya navneteweyî de wê di 9'ê Mijdarê destpê bike. Parêzerên dozê got, "Ev pêvajoya dozê ya piştî 17 salan, ne ji aliyê dewleta Yewnan ve, ji aliyê me ve hatiye destpêkirin."

Parêzerên Ocalan Newroz Ûysal, Ebrû Gunay û Cengîz Çîçek, li ser vê dozê bersiv da pirsên ANF'ê.

Parêzeran gotin, "Doz di 3'ê Kanûna 2008'an de li hemberî Dewleta Yewnan di Dadgeha Îdare ya asta yekemîn de hatiye vekirin. Rûniştina yekemîn wê di sibeha 9'ê Mijdarê saet di 10:00 de destpê bike. Mijara bingehîn a dozê, bêhiqûqiya di hatina Birêz Ocalan de li Yewnanîstanê lê hat kirin e. Bi taybetî di dema vegera birêz Ocalan a ji Rûsyayê ber bi Yewnanîstanê û çûyîna Sefaretxaneya Bilind a Yewnanîstanê ya li Kenyayê de, hin rêze bêhiqûqî lê hat kirin. Tevî ku bi rayedarên fermî yên Yewnan re timî di nava têkiliyê de bû, tevî ku li xaka Yewnanîstanê bû -Sefaretxaneya Bilin a Yewnanîstanê ya li Kenyayê jî di nav de- ti hewldaneke fermî der heqê wî de nehat kirin. Mînak; tevî ku meqeamên Yewnanîsatnê bi awayekî fermî birêz Ocalan kirin binçavan jî, serlêdanên wî yên penaberiyê, li gorî hiqûqa navxweyî ya Yewnanîstanê û li gorî peymanên navneteweyî (Bi taybetî peymanên Dûblîn û Cenevreyê) nenirxand. Ji bo nekeve bin berpirsyariya qanûnî, hikûmeta Yewnan a wê demê, hemû gavên xwe yên der barê birêz Ocalan de di pratîkê de diavêt. Birêz Ocalan ê haya xwe ji vê hiqûqa korsan hebû, di 5'ê Sibata 1999'an de bi awayekî nivîskî serlêdana penaberiyê li Sefaretxaneya Bilind a Yewnanîstanê ya li Kenyayê kir. Balkêş e, ev serlêdana nivîskî bi ti awayî nehat nirxandin. Doza me jî li hemberî van bêhiqûqiyan e."

Parêzeran anîn ziman ku her çend ji aliyê cewherî ve dozek bi îdarî û bi daxwaza tazmînatê jî be, ji bo teşhîrkirin û ronîkirina komployê ji aliyê hiqûqî ve hatiye vekirin.

Parêzerên Ocalan destnîşan kirin, ku ev vê dozê weke têkoşîneke lêgerîna li maf dibînin û got, "Di vê dozê de li ser navê Dewleta Yewnan, wê Wezareta Maliyeyê cih bigire. Mîna ku di hemû dozên heta roja îro yên ji bo Birêz Ocalan de hatiye kirin, di vê dozê de jî li gorî heman pîvanê me di asta herî nizm a hikûqa Yewnanîstanê de doza tazmînatê kir.

Parêzeran anîn ziman, ku eger hewldanên wan bi ser bikeve, dibe ku ji bo nîqaşkirina çareseriya pirsgirêka Kurd doz veguhere platformeke nû û ragihandin, ku vekirina dozên bi vî rengî, berpirsyariyeke wan a têkoşîna hiûqa demokratîk-azadîparêz e.

Parêzeran diyar kirin, ku ev yek ne prosedureke hatiye destpêkirin e, dozek ji aliyê parêzerên Birêz Ocalan ve hatiye vekirin e û dan zanîn, ku dozdar Birêz Ocalan e, yê doz lê hatiye vekirin jî dewleta Yewnan e.

Parêzeran dan xuyakirin ku ev doz ji aliyê hempîşeyê wan Yîannîs Rachîotîs ve hatiye vekirin û gotin, "Bêguman em amadekariyên dozê weke Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi hempîşeyê xwe Yîannîs re dikin. Lewma ev pêvajoya dozê ya 17 sal piştî komployê hat vekirin, ne pêvajoyeke ji aliyê dewleta Yewnan ve hatiye destpêkirin, ji aliyê me ve hatiye destPêkirin. Bêguman di roja îro de li Yewnanîstanê ji hikûmeta Kostas Sîmîtîs a dema komployê cudatir, hikûmeteke çepa Ewropayê ya hîn demokratîk û bi hêvî heye. Em hêvîdar in hikûmeta Syrîza ya heyî, di doza Birêz Ocalan de ji aliyê çareseriya neheqiyeke dîrokî ve, roleke çêker bilîze. Em vê dozê li gelê Yewnan ê dost û hêja venakin; berevajî em dixwazin bikin amûreke xurtkirina dostaniya qedîm a gelên Yewnan û Kurd. Beriya her tiştî ev yek daxwaza bingehîn a muwekîlê me Birêz Ocalan e. Em li bendê ne ku hikûmeta Yewnan vê dozê li ser vê bingehê binirxîne. Bi rêya we em dixwazin bi taybetî bêjin; tazmînata madî ya di çarçoveya vê dozê de were bidestxistin, wê ji saziyeke ku xizmetê ji gelê Yewnan ê dost re dike, ku di rojên zor û zehmet de ye, bê dayîn. Têkiliya xurt a dostaniya navbera gelên me, vê yekê ferz dike."