Doza Kobanê ku faîlên rastîn li derve ne lê berdewam dike

Rûniştina 16’emîn a Doza Kûmpasê ya Kobanê, li Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.

Rûniştina 16’emîn a Doza Kobanê di roja sêyemîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. 

Ligel parêzeran, parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî, li eywana rûniştinê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li rûniştinê bûn.

Di rûniştinê de endama MYK’a HDP’ê Dîlek Yagli parastin kir. Yagli, xwest ku şandeya dadgehê biryarên bi wijdan bigire û got: “Rexneyên li darazê baş tên zanîn. Hêvî dikim ku xwediyê hestên êşê bin. Em bi pêkanînên kesên ku êşê hîs nakin û jê sûd werdigirin li vir in. Parêzerên me rewşa darazê danîn holê.”

DESTNÎŞANKIRINA DARAZA SERBIXWE

Yagli diyar kir ku wê pergal were guhertin û dadger û dozgerên ji bo raya giştî dixebitin wê ji nû ve li ser wan koltixan rûnin û wiha berdewam kir: “Ez ne di wê fikrê de me ku bi awayekî adil têm darizandin. Ji bo ku em li welatî behsa azadiyê bikin, qanûnên ku azadiyê garantî bikin têrê nake. Divê di serî de kesên welat bi rêve dibin û endamên darazê li gorî qanûnan tevbigerin. Şerta din a azadiyê jî serxwebûn û bêalîbûna dadgeran e. Hebûn û pêşeroja demokrasiyê bi darazeke serbixwe ve girêdayî ye.”

TÊKILDARÎ DAÎŞ‘Ê TIŞTEK TUNE YE

Yagli destnîşan kir ku “Sûcê bê faîl nînin” û bi lêv kir ku di pêvajoya darizandina ku 2 sal in berdewam dike de sûcê pêdankirinê ku faîl tune ye nîqaş dikin. Yagli anî ziman ku mafê herî xwezayî yê welatiyekî ye ku li dijî pêkanînên derveyî mirovahiyê yên DAÎŞ’ê bang bike û wiha berdewam kir: “Me li ser twîtterê bangek kiriye; me ev jî bi fermanê kiriye. Ma em ji mirovahiyê evqas dûr ketine. Em nikarin li dijî hovitiya DAÎŞ’ê bi vîna xwe bangekê bikin? Hewceyî fermanê heye. Me ev bang li dijî DAÎŞ’ê kiriye lê di îdianameyê de têkildarî DAÎŞ’ê tiştek tune ye. Em dizanin vesayeta siyasî ya li ser dosyayê dixwaze çi bike lê ev rewşa darazê cihê şermê ye. Banga twîtterê ku tê qalkirin hêj jî di malpera me ya fermî de cih digire ji ber ku ne sûc e.”

Yagli da xuyakirin ku girtina wê ya 2 salan li ser tu sedemên şênber nîne û destnîşan kir ku biryarên girtin û dewamkirinê yên ji hemû siyasetmedarên tên darizandin re hatine dayîn, yek e. Yagli destnîşan kir ku tu welatî ji ber îfadeyên şahidên nepen nikarin bên girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eşkere ye ku li Tirkiyeyê saziya şahidên nepen tê îstîsmarkirin. Ez dikarim der barê vê de bi dehan gotaran pêşkêşî dadgehê bikim. Gelek şahid ji bo ku bibin materyal ji bo kampanyayên siyasî yên hikûmetê bi hev re ketine pêşbaziyê.”

Piştre navber hate dayîn.

‘DIVÊ FAILÊN RASTÎN BÊN DARIZANDIN’

Rûniştin piştî nîvro bi parastina endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê ya berê Dîlek Yagli dewam kir. Yagli bal kişand ser rengînî û armancên HDP’ê û partiyeke wiha bi fermanê naxebite û îşaret bi krîzên li Tirkiyeyê pêk tên kir û got ku Tirkiye niha bûye du beş. Yagli destnîşan kir ku darizandineke adilane pêk nayê û heke ev dadger û dozger bixwazin darizandinê dirêj nekin divê darizandineke adilane bikin. Yagli da zanîn ku ew bi cezayê hetabihetayê yê girankirî yê 38 caran tên darizandin û dadger û dozger, beyanên şahidên veşarî esas digirin û vê dikin sedema cezakirinê. Yagli got ku ew hesabê tiştekî nadin û kes nikare hesab ji wan bixwaze. Yagli diyar kir ku divê darizandina Doza Kobanê bê sekinandin û failên rastîn li derve ne û dozgerek ku wan bidarizîne tu nîn e.

Dadgehê danişîn taloqê sibehê kir.