Doz li du rojnamevanên Meşa Gemlîkê şopandin hat vekirin

Li rojnamevan Rozerîn Gultekîn û Ergîn Çaglar ên dema Meşa Gemlîkê ya li Bûrsayê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meha Hezîranê hat kirin dişopandin bi daxwaza cezayê girtîgehê bi sal û 3 mehan doz hat vekirin.

Sazî û dezgehên Kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah ê 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, bê rakirin di 12’yê Hezîranê de meş li dar xistibûn. Nûçegihanê MA‘yê Ergîn Çaglar û nûçegihana JinNewsê Rozerîn Gultekîn ku li Bûrsayê, meş dişopandin, hatibûn destgîrkirin û piştî îfadeyên wan hatibûn girtin, hatibûn berdan. Di der barê Çaglar û Gultekîn de îdianame hat amadekirin û doz vekirin.

Dozgeriyê bi îdiaya “Li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” îdianame amade kir û ji salek û 6 mehî heta bi 3 salan cezayê girtîgehê ji rojnaamevanan re dixwaze.

Îdianameya Çaglar ji aliyê 29’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bûrsayê ve hat qebûlkirin û rûniştina ewil di 6’ê Kanûnê de dê bê lidarxistin. Îdianameya Gultekîn jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Seferîhîsarê ve hat amadekirin û dê rûniştina ewil di 25’ê Cotmehê de bê lidarxistin