DODEF'ê banga berxwedana li Kobanê li ciwanan kir
DODEF'ê banga berxwedana li Kobanê li ciwanan kir
DODEF'ê banga berxwedana li Kobanê li ciwanan kir
DODEF'ê 'Tevgera 68'an a ciwanan' bibîr xist û got, "Çawa lîderên dîroka şoreşa me Denîzan, Mazlûman, Mahîran, Îboyan qadên şoreşê bi tenê kampus nedîtin û şoreş gihandin Filistîn, Kizildere, Çiyayên Dêrsimê, weke şopdarên mîrateya wan em neçarin vê bilindtir bikin."
Federasyona Komeleyên Xwendekaran a Demokratîk (DODEF) bi gotina "Roj roja berxwedana li Kobanê ye" bang li tevahiya ciwanan kir ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin.
DODEF'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de 'Tevgera 68'an a ciwanan' bibîr xist û got, "Lîderên şoreşger ên tevgera ciwanan a 68'an, li gel têkoşîna li zanîngehan nîşanî me dan ku şoreşên gel sînoran nas nakin. Di vê çarçoveyê de divê ciwan ji rêbaza jiyanê ya bi yekrengî red bikin, xwe ji kampusan, kariyerîzm û avantajên sexte yên sîstema kapîstalîst pêşkêşî wan dike, rizgar bikin."
DODEF'ê bal kişand ser têkoşîna Denîz Gemîş, Mazlûm Dogan, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya û ev xal destnîşan kir: "Çawa lîderên dîroka şoreşa me Denîzan, Mazlûman, Mahîran, Îboyan qadên şoreşê bi tenê kampus nedîtin û şoreş gihandin Filistîn, Kizildere, Çiyayên Dêrsimê, weke şopdarên mîrateya wan em neçarin vê bilindtir bikin. Ji bo me Kizildere, Vîetnam, Çiyayên Dêrsimê û zîndanên Amedê yên duh; Gazze, Rojava û Şengal ên îro ne."
DODEF'ê ragihand ku gelên li Rojhilata Navîn li Lazkiye, Şengal, Gazze, Nînova û Kesebê rastî komkujî û sirgûnê tên û got, "Hewl tê dayîn şoreşa jinê, şoreşa gel a li Rojava bê fetisandin."
Daxuyaniya DODEF'ê wiha dewam kir: "Ciwan, mîna demên berê wê niha jî xwedî li şoreşên gel derkevin û pêşengiyê jê re bikin. Ji bo xwendekarên şoreşger, demokrat û welatparêz roj roja jîndarkirina şoreşa Rojava ye. Roj roja berxwedana li Kobanê ye. Roj li dijî mêtîngeran, qetlîemkaran roja parastina rûmeta mirovahiyê ye."