Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari ji ANF’ê re axivî û diyar kir bêkarî, hejarî û birçîbûn gelekî zêde bûye û makeqanûn jî nikare were pêkanîn.
Hatîmogûllari diyar kir rûyê rastîn ê AKP’ê di 7’ê Hezîrana 2015’an de û di pêvajoya navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de derketiye holê û got “Li Serêkaniyê du polîs hatin kuştin û maseya pêvajoya aştiyê hate hilweşandin. Piştre bi belgeyan derket holê ku bûyera li Serêkaniyê provokasyonek bû û xistine stûyê Kurdan. Bi destê AKP’ê ya ku bûbû dewlet, pêvajoya derbeya leşkerî hate amadekirin. Îro bêkarî, hejarî û birçîbûna herî kûr li Tirkiyeyê tê jiyîn. Makeqanûna heyî jî li Tirkiyeyê nayê pêkanîn. Êrîşên li ser van zemînan heye. Akademî, karker, kedkar û mûxalefet di serî de êrîş li ser hemû kesan heye.
DIVÊ MÛXALEFET ÊDÎ HELWESTA XWE ZELAL BIKE
Hatîmogûllari diyar kir desthilatdarî ji bo ser polîtîkayên xwe yên krîz, bêkarî, talanê bigire wê dîsa berê xwe bide ser Kurdan û got “Bi operasyonên dersînor, li ser esasê amadekariya hilbijartinê atmosfera ‘Em li hemberî terorê têdikoşin’ ava dikin. Civakê berê ev tişt qebûl dikir lê a niha vê polîtîkaya AKP’ê cih ji xwe re nabîne û divê nebîne jî. Mûxalefet ne bi tenê HDP ye. Peywira herî sereke ya mûxalefetê ev e ku teşhîr bike bê ka operasyona dersînor bi kîjan armancê tê kirin. Divê mûxalefet bibêje ku em vî tiştî qebûl nakin. Dema ku Erdogan ditengije wekî ku gereke tûrîstek e operasyonekê li Rojava dike. Li ser gelên wir qetlîam tên kirin. Sedema vî tiştî ne pêşeroja welat e, pêşeroja desthilatdariya AKP’ê ye. Divê êdî mûxalefet bi zelalî vî tiştî bibêje.”
Parlementera HDP’ê Hatîmogûllari êdî pêvajoya hilbijartinê hatiye destpêkirin û got “Ev pêvajoyeke girîng e. Ji nav hilbijartinê ku me kiriye, ya herî dijwar e. Ewlekariya vê hilbijartinê tune. AKP’ê hemû saziyên dewletê desteser kir. HDP’ê li hemberî wê ye û lê dixwaz HDP’ê jî bigire. Li ser HDP’ê doza girtinê heye. Ji mûxalefetê re jî dibêje heke hûn li gorî daxwazên HDP’ê tevbigerin ez ê nijadperestiyê geş bikin. Ji aliyê din ve jî koçberiyê zêde dike. Di medyayê de jî tê dîtin, kesên ku dibînin keştiya AKP’ê noq dibe, her tiştên xwe kom dikin û direvin Ewropayê. Keştiya AKP’ê noqî avê dibe.
Divê mûxalefet bîr bibe, divê asoya civakê vekirî be û bala xwe bide esasê pirsgirêkan. Ev pêvajoya ku Tirkiye tê re derbas dibe, pêvajoyeke gelekî tarî ye. Em ê di vê pêvajoyê de berê xwe bidin roniyê. Em HDP bi tena serê xwe dikarin gelek tiştan bikin û me pêdivî pê dît ku bangî hemû mûxalefetê bike. Divê mûxalefet îro ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareseriyan biafirîne. Divê ev tişt ne ji bo hilbijartinê bin. Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan be. Em careke din diyar dikin ku em ê têbikoşin û ji xebata hevpar re jî em amade ne.”