Divê 1'ê Mijdarê weke roja hesabpirsînê bê dîtin!
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk da xuyakirin, ku divê 1'ê Mijdarê roja hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê, ji aliyê gelen Kurdistan û Tirkiyeyê ve weke roja hesabpirsînê bê dîtin.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk da xuyakirin, ku divê 1'ê Mijdarê roja hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê, ji aliyê gelen Kurdistan û Tirkiyeyê ve weke roja hesabpirsînê bê dîtin.
Şerîk işaret bi hilbijartinên 1'ê Mijdarê kir û bangeke taybet li gelê Sêwasê kir. Şerîk diyar kir ku divê navenda bicihanîna polîtîkayên taybet ên rejîma şerê taybet Sêwas, di vê hilbijartinê de bi berpirsyariyeke mezin rabe.
LI SÊWASÊ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET HATIN MEŞANDIN
Şerîk di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de bibîr xist, ku Sêwas ji aliyê dîrokî ve navendeke berxwedanan e û bal kişand ser serhildana Pîr Sûltan. Şerîk anî ziman ku dewletê li hemberî berxwedanê Pîr Sûltan biriye sêdarê, bi gelê Sêwasê re kevir daye avêtin û xinayeteke navxweyî ya mîna Hizir Paşa bi rêxistin kiriye û destnîşan kir ku ev hemû encama polîtîkayeke bi zanebûn e. Şerîk got, "Ji ber vê yekê divê rastiya Sêwasê bi zilma Osmanî û rastiya berxwedanê ya li hemberî vê bê nirxandin. Girîng e weke herêmek ku aliyekî wê berxwedan, li aliyê din jî xiyanet lê heye, bê nirxandin."
Şerîk da zanîn ku ev polîtîka bi zanebûn li hemberî Sêwasê hatine bicihanîn û anî ziman ku bi ser neketina berxwedana îsyana Koçgirî, di avabûna karaktera ne demorkatîk a Komarê de rol lîstiye. Şerîk da xuyakirin ku piştî 12'ê Îlonê nifûseke mezin a Sêwasê li derveyî bajêr hatine bicihkirin, Sêwasî jî koçî metropolan hatine kirin û destnîşan kir, ku polîtîkayên mêtîngeriyê û rejîma şerê taybet a AKP'ê, ev encam derxistine holê.
DIVÊ TEVGERA HESABPIRSÎNÊ BÊ DESTPÊKIRIN
Şerîk ragihand, ku divê Sêwasê hilbijartinên 1'ê Mijdarê rast binirxînin û got, "Divê hilbijartinên 1'ê Mijdarê veguherin tevgereke hesabpirsînê. Di sala 1993'n de Komkujiya Madimakê rû da. Sedema rûdana Komkujiya Madimakê çi bû? Girîng e ev rast were nrixandin. Di dema pêkhatina Komkujiya Madimakê de têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê, tevgera gel a li Kurdistanê bi pêş ket, ber bi Tirkiyeyê ve diherikî. Koçgirî jî yek ji van herêmên diket bi tesîra vê tevgera gel. Li Koçgiriyê rêxistinbûna nêrînên şoreşger demokratîk û pêşketina gerîla li vê herêmê, di heman demê de dihat wateya bidawîbûna pêvajoya têkbirina berxwedana Koçgirî û bidawîbûna pêvajoya qelîamkeran a mêtîngeran. Koçgirî wê bihata wateya hesabpirsînê. Dewleta Tirk ji bo pêşî li vê bigire, Komkujiya Madimakê pê anî. niha pêvajoyek bi heman rengî heye. Li Kurdistanê nêrînên şoreşger demokratîk, nêrînên welatparêziyê li nava civakê bi cih bû û pêşeroja civakê diyar dikin. Ev yek gav bi gav Tirkiyeyî dibe. Di Tirkiyebûyîna vê yekê de Koçgirî û Sêwas xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Niha dewleta Tirk dixwaze pêşî li vê bigire. Lewma, li Sêwas û cihên dişibin Sêwasê, ji bo nêrînên şoreşger demokratîk û welatparêz bi pêş nekeve, hewl dide komkujiyan bike. Mînak; hewldana dawî ya komkujiyê ya li Kirşehîrê. Şewitandina pirtûkxaneyekê, xwedin bi şewitandina vê pirtûkxaneyê re komkujiyek mîna ya Madimakê pêk bînin. Sedema vê çi bû? Bersiva dewletê ya li hemberî pêşketina nêrînên demokratîk, şoreşger û sosyalîst li cihên cuda yên Tirkikyeyê bû. Hat xwestin ku komkujiyên dişibin vê, li cihên cuda jî pêk bînin. Girîng e mirov li hemberî vê amade bin. Lewma, ne tenê li Sêwasê li hemû cihên dewlet polîtîkayên şerê taybet lê dimeşîne, divê mirovên xwecihî yan jî yên ji derve hatine û li van herêman dijîn, hilbijartinên 1'ê Mijdarê bikin roja hesabpirsîna ji polîtîkayên bi zanebûn ên hêzên şerê taybet. Pêwîste 1'ê Mijdarê ji bo vê yekê weke wesîle bibînin û bi vî rengî binirxînin. Ji ber vê yekê, divê hilbijartinên 1'ê Mijdarê, ji bo xaka li ser dijî bikin cihekî lê dikare bê jiyîn, ji aliyê mirovên van herêman ve mîna firsendekê bên dîtin. Girîng e hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi vî rengî werin dîtin. Lewma hilbijartinên 1'ê Mijdarê hewceye weke rêya vegera li cih û warên xwe û veguherandina erdnîgariya xwe weke qada jiyanê, bê nirxandin. Pêwîste xwedî wateyeke bi vî rengî be. 1'ê Mijdarê firsendek e. Di serî de ji bo Sêwasiyan firsendek e. Eger em vê firsendê karibin baş binirxînin, ku bi xwe bawerim em ê baş binirxînin, hingî em ê karibin xaka xwe ya ku terikandine bikin qada jiyanê."
Şerîk di dewama axaftina xwe de ji bo Sêwasiyên li Stenbol, Îzmîr, Enqere û Ewropayê dijîn jî destnîşan kir, ku divê ew jî 1'ê Mijdarê ji bo xwe weke firsendekê bibînin û li wogrî wê helwestê nîşan bidin.
Şerîk bal kişand ser rêxistinbûyîn û projeyên HDP'ê yên dikarin bersivê bidin daxwaz û pêwîstiyên gelan û bang li Sêwasiyan kir ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP'ê.