Di topbarana çeteyan de du sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên DAIŞ'ê bi topên hawanê êrîşî gundê Til Eranê dikin. Di êrîşên dawî de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Çeteyên DAIŞ'ê bi topên hawanê êrîşî gundê Til Eranê dikin. Di êrîşên dawî de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê Til Eran ê 20 kîlometre li başûrrojhilatê Helebê ye, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê bi topên hawanê êrîşî gund dikin. Di êrîşê de du welatiyên sivîl ên bi navê Xelîl Xiwêric (29) û Hesen Şêxo (50) jiyana xwe ji dest dan, 2 sivîl jî birîndar bûn.
Heman çavkaniyan diyar kirin, ku ji ber rêyên gund ji aliyê çeteyan ve hatine girtin, birîndar nikarin bên tedawîkirin û rewşa wan kêlî bi kêlî nebaş dibe.
Ji ber êrîşên çeteyan, koça gundiyan a ber bi herêmên cîran ve didome.