Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber edliyeya Rihayê Nobeta Edeletê didomîne.
Di roja 541’emîn a çalakiya Nobeta Edaletê de, di derbarê dayîka Şenyaşar de bi îdiaya “heqaret kiriye” lêpirsîna 15’emîn hat destpêkirin.
Gotinên Emîne Şenyaşar ên di roja 529’emîn a çalakiya edaletê de bikar anîbû, ji aliyê daraza Tirk ve weke “heqaret kiriye” hat dîtin.
Ji ber lêpirsînê malbat serê sibehê li gel parêzerên xwe çûn Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê û carek din îfade dan.
Emîne Şenyaşar li Midûriyeta Polîsan mafê xwe yê neaxaftinê bikar anî. Ji parêzerên malbatê Nîhat Çîftçî diyar kir ku lêpirsîn ji bo ku peşkê li Nobeta Edaletê bixe hatiye destpêkirin û lêpirsînek bêesas e hatiye amadekirin.
Malbat piştî îfade da, li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya xwe kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Xerabiya herî mezin ku bi dayîkekê bê kirin, kuştina ewladên wê ye. Li nexweşxaneyê du ewladên wê û hevjînê wê hatin qetilkirin. Lawek wê jî 4 sal in bi tena serê xwe di hucreya girtîgehê de girtî ye. Di derbarê dayika ku li edaletê digere de jî lêpirsîn li ser lêpirsînê tê destpêkirin. Dayê îro jî li emniyetê îfade dide.”
Di derbarê Ferît Şenyaşar de jî bi heman hincetan 5 lêpirsîn hatin destpêkirin. Bi giştî di derbarê dayîk û kurê wê de 20 lêpirsîn hatin destpêkirin û 4 ji van jî veguherî dozê.