Di çalakiya Peymana Stenbolê de êrîşî jinan hate kirin

Di daxuyaniya çapemeniyê ya jinên KESK'ê yên têkildarî Peymana Stenbolê de polîsên Tirk êrîşî jin û rojnamevanan kirin.

Platforma Jinan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Camaweriyê (KESK) a Şaxên Enqereyê têkildarî biryara Şûreya Dewletê ya derbarê Peymana Stenbolê de xwestin li Qada Sakaryaya Enqereyê daxuyanî bidin. Polîsan beriya daxuyaniyê dora qadê girtin.

Polîsan destûr neda daxuyaniya jinan. Her wiha polîsan destûr neda ku rojnamevan daxuyaniyê bişopînin û dîmenan bigirin. Polîsan rojnamevanan daf da û bi mile nûçegihana PÎRHA’yê Melîs Cîddioglu girtin û ew avêtin erdê. Polîsan tundî li kameramanê Arti TV Kadîr Devîr û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Emel Vûral kirin.

Jinan ji Qada Sakaryayê bi berzkirina dirûşman heta avahiya KESK’ê ya li Cadeya Selanîkê meşiyan. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kaplan têkildarî tundî û astengiya polîsan daxuyaniyek kurt da, tundî û astengî şermezar kir.