Di bin kontrola polîsan de li pêşiya avahiya HDP’ê provokasyon hate kirin

Celîl Begtaş ê ku bi fermana desthilatdariyê li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ye, vê carê li pêşiya buroya têkiliyê ya HDP’ê provokasyon kir.

Celîl Begtaş bi fermana Wezareta Karê Navxweyî demeke dirêj e li pêşiya avahiya HDP’ê ya li Amedê ye.

Begtaş berê li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê provokasyon dikir vê carê çû pêşiya buroya têkiliyê ya HDP’ê ya Yenîşehîrê heqaret kir.

HDP’yiyan nerazîbûn nîşanî Begdaş dan. Begdaş di bin kontrola polîsan de heqaretên xwe domand û polîsan ew neda sekinandin. Dema ku mirovan nerazîbûn nîşan dan jî polîsan êrîşî gel kir.

Polîs hê jî li pêşiya buroya têkiliyê ya HDP’ê ye. Ji ber nerazîbûna HDP’yî û esnafan, Begdaş ji qadê hate dûrxistin.