Dewleta Tirk li Saarbrucken û Hîldesheîmê hat şermezarkirin
Li bajarên Elmanya Saarbrucken û Hîldesheîmê, bi armanca xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Elmanya Saarbrucken û Hîldesheîmê, bi armanca xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Elmanya Saarbrucken û Hîldesheîmê, bi armanca xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê ji bo xwedîderketina li 8'ê Adarê û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê meş û mîtîngek hat lidarxistin.
Di meşê de tevî Kurdistaniyan Elman jî amade bûn. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Elmanya fînanse dike, dewleta Tirk bombe dike" ji Europa Galeria heta navenda bajêr meşiya. Çalakger piştre li Europa Galeria vegeriya û li vir mîtîngek pêk anîn.
Endamê Meclîsa Gel a hezexê Dilşad Bafe bi rêya telefonê ji beşdarên mîtîngê re axivî û rewşa dawî ya li Hezexê vegot. Bafe bal kişand ser terora dewletê û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ji bo pêşî li komkujiyeke gengaz a li Hezexê bigirin bikevin nava tevgerê û xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin. Bafe got, "Divê qîrîna gelê li Kurdistanê li kolanên Ewropayê deng vede."
Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Hezexê" bi dawî bû.
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê jî, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan hatin şermezarkirin.
Girseya gel a li ber Otogar a Hîldesheîmê li hev civiya, heta ber Postaxaneya Biçûk a li navenda bajêr meşiya û belavok belav kir. Girseya gel bi dirûşmên xwe re bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê.
Çalakiya ku bi qasî 500 kes lê amade bûn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Kujer Erdogan" bi dawî bû.