Dermanên girtiya nexweş Ûlûg nadin

Hat zanîn ku dermanên girtiya nexweş Bahar Ûlûgê nadin û nahêlin hewcedariyên xwe bibîne.

Di Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê de zext û kirinê kêfî yên berpêyî girtiyan her ku diçe zêde dibin. Bahar Karakaş Ûlûg a 11’ê Tebaxê ji Edîrneyê sirgûnê Girtîgeha Jinan Şakran a Îzmîrê hat kirin, roja Duşemiyê di axavtina bi telefonê ya bi hevserê xwe re de behsa binpêkirinên di girtîgehê de kiriye. 

‘POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ PÊK TÎNIN’ 

Ûlûg diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê tên pêkanîn û ev tişt ragihandin: ‘’Hewcedariyên wek televizyon, sarinc û pirtûkan nadin. Tevî ku her qawîşek 23 kes in nahêlin em herin qawîşa bi dilê xwe. Jimartina ji pêyan bûye daîmî. Em ku qebûl nakin zext zêde dibin.’’ 

‘DERMANÊN HEVSERA MIN NADIN, DENGÊ WÊ NE XWEŞ DIHAT’ 

Mehmet Ûlûg jî destnîşan kir hevsera wê bîpolar e li gel ku rapora wê heye dermanên wê nadin û wiha got: ‘’Gava hevsera min dermanên xwe nexwe ne rehet dibe. Tu hewcedariya wê bi cih nayê anîn. Ji ber ku hevsera min dermanên xwe naxwe dengê wê ne xweş dihat.’’ 

Ûlûg, got ku ew bi fikar in û wiha axivî: ‘’Ji ber ku hêj nû çûye Girtîgeha Şakranê dixwazin wê çavtirsandî bikin. Min, deh deqe bi telefonê axaftin bi hevsera xwe re kir, dengê wê ne baş dihat. Gava zilmê li wan dikin em jî bi fikar dibin. Gava hevsera min dermanên xwe naxwe, ez dizanim dikeve rewşeke çawa û jê ditirsim ku bikeve hewila kuştina xwe. Ez, dixwazim parêzer, komeleyên mafê mirovan û mafparêz dengê xwe ji van tiştên diqewimin re bikin.’’