Wezîra Tirk a Xizmetên Civakî û Malbatê Derya Yanik li Edeneyê dema li nava dikandaran digeriya têkildarî pirsa şêniyên herêmê ya li ser penaberên Sûriyeyî wiha gotibû, "Mesele ne tenê parastina jiyana Sûriyeyiyan e, mesele parastina aliyê din ê sînorê me ye. Tirkiye ne tenê ji ber merhametê li 5 milyon Sûriyeyiyan dinihêre. Divê ev yek bê zanîn..."
Derya Yanik di heman axaftinê de got, "Em ê nehêlin ku li nêzî sînorê me dewleteke Kurd bê avakirin." Ev gotin weke nîşaneya herî şênber a polîtîkaya AKP'ê ya li ser koçberan û nêrîna li Rojava hate şîrovekirin.
Hevserokê Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê Mûrat Çepnî li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE KU AKP DIMEŞÎNE
Mûrat Çepnî ragihand ku polîtîkaya AKP dimeşîne polîtîkayeke dewletê ye û got, "Esasê vê polîtîkayê jî li dijî statuya gelê Kurd a li herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di vê polîtîkayê de derdê wan ne penaberên Sûriyeyî ne, derdê wan ew e ku gelê Kurd bêstatu bihêlin."
Çepnî ragihand ku jiholêrakirina statuya demokratîk a gelê Kurd a li Rojava, polîtîkayeke bingehîn a dewletê ye û wiha dewam kir, "Bêguman di binê vê polîtîkaya bingehîn de varyantên cuda hene. Polîtîkaya hilbijartinê ya AKP'ê jî di heman demê de ew e ku li qada navneteweyî dixwaze vê yekê weke firsendekê bi kar bîne. Lewma gefê li gelê Kurd dixwin û dixwazin statuya li Rojava ya ku gelan ava kiriye ji holê rakin. Vê statuyê li hemberî xwe weke rîsk dibînin. Ji bo vê jî çi ji destê wan tê, dikin. Bi van gotinan polîtîkaya xwe eşkere kirin."
MESELE GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ YE
AKP'ê soz da Sûriyeyiyan ku li Efrînê li malên TOKÎ bi cih bike û ji bo vê jî dest bi êrîşeke dagirkeriyê kir. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî destnîşan kir ku ev plan di dema dirêj de gavek li dijî statuya Kurdan e û got, "Yek ji karên sereke ku desthilatdarî herî zêde propagandaya wê dike, ew malên li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî çêdike. Em zanin ku malên TOKÎ hatin çêkirin û qeymeqam li van herêman hatin tayînkirin. Ev hemû ji bo pêçandina birînên şer ên li Sûriyeyê nekirin. Penaberên ji vê derê şandin li wan malan bi cih kirin. Bi vê bicihkirinê re hewl didin kembereke nû ava bikin. Divê bê dîtin ku ev yek parçeyek ji planeke demdirêj e. Ev kembera tê çêkirin wê statuya gelê Kurd a li wê derê ji holê rake û demografiyê xera bike. Desthilatdariya AKP'ê ji bo dema dirêj jî dixwaze avaniyeke siyasî û civakî ya bi xwe ve girêdayî ava bike."