Derbarê Baroya Amedê lêpirsîn hat destpêkirin
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Baroya Amedê bi hinceta ku nerazîbûn nîşanî komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê daye, lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Baroya Amedê bi hinceta ku nerazîbûn nîşanî komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê daye, lêpirsîn da destpêkirin.
Baroya Amedê bi daxuyaniyekî komkujiya Tirkiyeyê ya li gundê Perex ê Zaxoyê şermezar kiribû. Derdorên desthilatdariya AKP-MHP’ê jî daxuyaniya Baroya Amedê hedef nîşan dan. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê baroyê de lêpirsîn da destpêkirin.
Baroya Amedê di hesaba xwe ya medya dijîtal ev peyam parve kiribû: “Di encama bombebarana dewleta Tirk ya li dijî Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê de zarok jî di nav de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Mîna li Roboskê, dema mijar dibe Kurd, hiqûqa mirovan bênirx dibe. Em ji malbatên qurbaniyan û ji Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Baroya Amedê ji bo ku berpirsyarên vê êrişa ku bûye sedema kuştina sivîlan bên tespîtkirin û cezakirin wê serlêdanê bike û pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopîne.”