Demîrtaş û Tsîpras hevdîtin pêk anîn

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş bi Serokwezîrê Yewnenîstanê Tsîpras re hevdîtin pêk anî. Demîrtaş xwest ku piştgiriya polîtîkayên nîjadperest, mezhebperest ên AKP’ê neyê kirin.

 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş beriya konferansa îşev li Yewnenîstanê rêzehevdîtin pêk anî.

Demîrtaş ê bi Serokwezîrê Yewnenîstanê û Serokê Giştî yê Syrîza re hevdîtin pêk anî, piştre daxuyanî da çapemeniyê. Demîrtaş destnîşan kir ku di hevdîtinan de pêşketinên li Tirkiyeyê girtine dest, wiha got: “Pozîsyona me ya têkîldarî pêşketinên li Sûriye û Tirkiyeyê diyar e. Divê hem Tirkiye hem jî Yekîtiya Ewropa berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.”

‘DAVÛTOGLÛ DAÎŞ’Ê BAŞ NAS DIKE!’

Demîrtaş anî ziman ku ji bo agirbesek mayinde civaka navneteweyî rola xwe nalîze, wiha dewam kir: “Bi salan e dema li sînorê Tirkiyeyê, DAIŞ’ê êrîş bir ser Azaz, Kobanê Tirkiye negot em ê mudaxele bikin. Eger DAIŞ dewletekê ava bike yê destpêkê nas bike wê Davûtoglû be. Polîtîkayên dijminantiya Kurd dike, mezhebperest dimeşîne. Ne tenê li hember Kurdên li wir, li hember her kesî dimeşîne, divê piştgiriya wî neyê kirin.”

Demîrtaş bal kişand ku pirsgirêka penaberan yekser têkîldarî pirsgirêka Kurd e.

...