Demîrtaş: Ocalan ji bo Rojhilata Navîn modeleke nû xist meriyetê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Atînayê axivî û destnîşan kir, Ocalan lîdereke ku ji bo Rojhilata Navîn modeleke nû xistiye meriyetê. Demîrta diyar kir, AKP ji aliyê îdeolojîk ve jî Ocalan li hemberî xwe xetere dibîne.
DEVRÎM ARSLAN
ATÎNA
sêşem, 16 reşemiyê 2016, 07:00
Di salvegera 17. a komploya navneteweyî de, li paytexta Yewnanîstan Atînayê, konferansek li ser komployê hat lidarxistin. Di axaftinên li konferansê de hem pêvajoya doza li Atînayê destpê bike, hem jî darizandinên beriya niha hatin nirxandin.
Di rûniştina destpêkê ya konferansê de ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Yannîs Ratchîdos axaftina destpêkê kir. Ratchîdos bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û destnîşan kir, ku yek ji sedemên bingehîn ên lidarxistina vê konferansê, doza di 22'ê Sibatê de pêk were ye. Ratchîdos da xuyakirin, ku eger doz bê meşandin û qezenckirin, tezmînata were bidestxistin, wê ji saziyên mafên mirovan re were dayîn.
Ji KNK'ê Songul Karabûlût jî bandora pêvajoya komploye li ser gelê Kurd nirxand û bal kişand ser çalakiyên gelê Kurd ên li dijî komloyê. Karabûlût diyar kir, ji vî karî korsanî û li derveyî hiqûqê, di asta sereke de DYA berpirsyar e.
Mîhalîs Karalambîdîs jî da zanîn, ku wî nivîsek bi serenavê "Pesnê ji bo Prometheûs ê li Îmraliyê" amade kiriye û ragihand, Kurd kêmnetewe nîne, gelekî dîrokî û xwecihî ye.
Hiqûqnasa Îngilîz Margareth Owen bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dadgeheke leşkerî hatiye darizandin û destnîşan kir, ev yek li deveyî qanûnan e. Owen da zanîn, divê darizandina 22'ê Sibatê serketî be û xwest, hurmet ji mafên mirovan re bê dayîn û Ocalan azad bibe.
Ji parêzerên Ocalan Ebrû Gonay jî got, "Hêvîdarim ev konferans wê ji bo ronîkirina komployê bibe wesîle." Gunay da xuyakirin, ku li Îmraliyê hiqûqa dijmin li ser kar e û tecrîda şidandî bibîr xist.
MUSLIM: NÊRÎNÊN OCALAN LI ROJAVA KETIN MERIYETÊ
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî di axaftina xwe ya li vir de ragihand, ku nêrînên Ocalan li Rojavayê Kurdistanê ketine meriyetê. Muslim anî ziman, li Rojava azadî di asta ku mirov azadiya xwe biparêzin de bi pêş ketiye û wiha axivî: "Li Rojhilata Navîn, li nava şaristaniya Mezopotamyayê dîroka Yewnan jî heye. Ji bo parastina gelên li wir dijîn, ne tenê Kurd, ji bo parastina nirxên Suryanî, Asûrî, Ermeniyan têkoşîn tê meşandin. Em ji hev gelekî cuda nînin. Di dîrokê de jî gelek aliyên me yên hevpar çêbûn. Bêguman dîrok carna gelekî vedibe, carna jî tê girtin. Îro li Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî heye. Roj roja ji nû ve nivîsandina dîrokê ye. Ciwanên me yên dîrokê dinivîsînin ji bo parastina şaristaniya Helenî jî têdikoşin. Ciwanên me heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo parastina mîrateya dîrokî ya Helenî jî li ber xwe didin. Bi sedan ciwanên me ji bo parastina qadên olî yên Êzidî, Zerdeştî şehîd ketin. Li Hesekê, Serêkaniyê, Dêrikê, Qamişlo, ji bo parastina dêran bi sedan ciwanên me şehîd ketin. Dijminên mirovaniyê ji bo xerakirina mizgeftên ji sedan salan gelekî hewl dan. Bi sedan ciwanên me jî ji bo parastina wan mizgeftan şehîd ketin. Hemû ciwanên me yên dêr, îbadetxaneyên Êzidiyan û mizgeftan diparêzin, di dibistana Abdullah Ocalan de perwerde dîtine."
Salih Muslim anî ziman, ku Kurd li Rojhilata Navîn ne tenê Kurdan, nirxên tevahiya mirovahiyê diparêzin û diyar kir, ew li Mezopotamyayê sîstemeke nû ava dikin. Muslim got, "Di nava sîstema me de Xiristiyan, Kurd, Ereb dijîn. Sîstemeke gelekî demokratîk e. Di hemû xebat û qadên jiyanê de jin û mêr wekhev in. Bêguman dijminê vê sîstema nû hene. Yên vê sîstemê qebûl nakin jî hene."
DEMÎRTAŞ: RÊVEBERÊN EWROPAYÊ YA LI BER XWE JÎ NABÎNIN
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di axaftina xwe ya li vir de ragihand, ku dostaniya beriya 17 salan ji aliyê gelên Yewnan û Îtalyayê ve hat nîşandan, ji dewletên wan nîşan nedane û got, "Eger van dewletan hingî bi vê pêşdîtinê re tevbigeriyan, serî li zextên rojane netewanda, bidîtina ku mêvanê hatiye kî ye, çawa dîrokê ji nû ve diafirîne û rola xwe çi ye, hingî wê li derya Egeyê mîna îro her roj penaber nehatibûna qetilkirin.
Demîrtaş da xuyakirin, ku her çend di ser re 17 sal derbas bûne jî dewletê Ewropa, saziyên Yekîtiya Ewropa hînê rewşa heyî bi zelalî nikarin bixwînin û got, "Rêveberên Ewropayê nikarin ya li ber xwe jî bibînin. Nikarin bibînin bê wê hefteya pêş çi biqewime. Ev rewşeke mirov pê diêşin e."
'OCALAN MODELEKE NÛ PÊŞKÊŞÎ ROJHILATA NAVÎN KIR'
Demîrtaş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên girankirî yên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman, ku ji bo Ocalan ji cîhanê, gel û rêxistina xwe qut bikin, çi tedbîr pêwîst be li Îmraliyê hatine girtin.
Demîrtaş got, "Tevî vê yekê jî zêdeyî 20 pirtûk nivîsand. Bi salan nikarîbû li televîzyonê temaşe bike, ev çend salên dawî ne du sê qenalan vekirî ne. Carekê, dema ew li hucreya xwe nebû, dema em li benda wî bû, min çend deqeyan îmkan dît hucreya wî bibînim. 12 metreçargoşe ye. Di nava vê 12 metregoşeyê de mutbex, lavabo, banyo, maseyeke xebatê ya metal, kursiyeke metal û cihê razanê ya metal. Qada wî ya jiyanê ev e. Cihê derdikeve derve jî ewqasî mezin e. Li vî cihê derketina derve jî dema mirov serê xwe bi temamî berjor neke, mirov nikarin ezmanan jî bibînin. Çima ez van vedibêjim; ji ber ku yên pirtûkên wî, nêrînên wî dixwînin, dibêje qey li London an jî Berlînê, bi bikaranîna derfetên zanîngeheke mezin dinivîsîne. Dibêje qey ji pirtûkxaneyê sûdê werdigire, li ser kompûterê van pirtûkan dinivîsîne. Halbûkî rewş ne bi vî rengî ye. Ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bi kedeke mezin çareserî afirand û rêxistina karibe vê bixe meriyetê afirand. Belê gelekî ji Ocalan ditirsin, ne tenê ji nêrînên wî, ji hêza wî ya bicihanîna van nêrînan jî ditirsin."
Demîrtaş diyar kir, Ocalan lîderek e ku ji bo Rojhilata Navîn modeleke nû xistiye meriyetê, lewma divê firsend jê re bê dayîn ku karibe xwe vebêje û got, "Di nava vê demê de, ji bo rizgariya ji vê kaosê dikarîbû rola herî bi bandor bilîsta. Lê nêzî saleke em nikarin wî bibînin. Ev hemû ji aliyê hikûmeteke rastgir, olperest, neteweperest ve tên kirin. Ji aliyê îdeolojîk ve tê fêmkirin bê çima vê dike. AKP ji aliyê îdeolojîk ve Ocalan li hemberî xwe weke xeteriyekê, weke gefekê dibîne.
Li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêka Kurd hema hema şerê navxweyî destpê kiriye. Gelo bazariya di bin navê çareseriya pirsgirêka penaberan de tê kirin, dikare pirsgirêka Kurd çareser bike? Bi dayîna 3 mîlyar euro ji bo Tirkiyeyê re ev drama mirovahiyê çareser dibe? Heta ku yên bi lehengî li dijî DAIŞ'ê têdikoşin li dora maseya muzakereyê rûnenên, ev pirsgirêk dikare çareser bibe? Pêwîstiya me ne bi polîtîkayek ji bo hefteya pêş heye, pêwîstiya me bi xeteke polîtîk a sed salên pêşiya me bibîne heye. Û ev yek jî ji aliyê berxwedêran, bindestan ve dikare bi cih were anîn. Lewma em hikûmeta Syrîza ya li Yewnanîstanê weke şensekê dibînin."
Syrîza, Laî, Partiya Navendê jî mesaj şandin konferansê.