Demîrtaş: Mîna hinar jiyana bi hev re

Selahattîn Demîrtaş ê bi nûnerên Ermenî, Suryanî û Rûm re rûnişt. Demîrtaş di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku HDP, pêşniyara 'li şûna tekparêziyê yekîtî û û demokrasiya piralî' li pirrengiya Tirkiyeyê dike.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi nûnerên Ermenî, Rûm û Suryanî re di civîna çapemeniyê ya bi taştê de, civiya.

Di civînê de parlamenterên HDP'ê Garo Paylan, Mîthat Sancar, nivîskarê Ermenî Pakrat Estûgyan û nivîkara Suryanî Tûma Çelîk, gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar amade bûn.

Demîrtaş piştî ku yek bi yek bi nûnerên li salonê amade re axivî, daxuyanî da çapemeniyê. Demîrtaş serdegirtina li hemberî koma Koza ya danê sibehê hat kir, şermezar kir.

'DEMOKRASIYA PIRALÎ ESAS E'

Demîrtaş da xuyakirin, ku ji sala 1923'an û pê ve avabûna dewleteke nû, dîrokeke nû û miletekî nû destpê kiriye û got, "Li ser xirbeyekî rabûn avahiyeke bi heybet lê bikin. Lê belê xirbeyê di bin de welê qels e, ku nikare vê avahiyê rake. Hûn nikarin li ser asîmîlasyon û tinehesibandinê, avahiyeke bi heybet lê bikin. Em jî, ev 90 sal in li dijî vê ferasetê têdikoş in. Heta ku ev çareser nebe, em ê nebin civaka demokratîk."

Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Siyasetmedar soza çi didin bila bidin, xala bingehîn demokrasiya piralî ye. Ne yek nîjad, yek ziman, yek ol, yek zayend. Ji her alî ve em piralî ne. Dibe ku bi komkujî û qirkirinan re hejmara me ji deh mîlyonan daketibe dehan. Lê belê em civakeke piralî ne. Eger hûn rabin hewl bidin vê civakê bi şêweyekî li dijî wijdan, li dijî zanistî û exlaqê bi yekreng, hingî wê li nava wê civakê ti carî aramî pêk neyê."

'LI ŞÛNA TEKPARÊZIYÊ, YEKÎTÎ'

Demîrtaş da xuyakirin ku ew di pêvajoyeke derbasbûnê de ne û destnîşan kir, ku ew dixwazin bibin serketiyê vê pêvajoyê. Demîrtaş got, "Weke hemû gelên bindest em dixwazin bi ser bikevin. Bi têra xwe me winda kir, gelek êş li me berhev bûn. Gelo nifşên piştî me wê heman êşan bikişînin yan na? Yên ku bi berpirsyarî rabin wê berpirsyariya vê bidin. Em ê bêjim, 'Em ê berdêlê bidin, lê belê nehêlin ku zarokên me vê mîrateya giran û bi êş bijîn'. Rêya vê yekê jî serdestkirina demokrasiya piralî li nava dewlet û civaka Tirkiyeyê ye. Di hişê her kesî de nexşerêyek heye. Lê belê, bi hevparkirina vê yekê, bi kombûna li dora pîvanên bingehîn re em dikarin vê bikin. HDP ji bo hevparbûyînê heye. Li şûna tekparêziyê em dibêjin yekîtî. Bi hebûna cewherî ya her kesî û bi hev re. Mîna hinar, hevgirtina hemû heban e. Piralîtî, pirrengîtî têgîneke ku divê em hemû li dora wê bicivin e."

Demîrtaş bal kişand ser êrîşên beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê li wan hat kirin û got, "5 hevalên me beriya 7'ê Hezîranê hatin kuştin. 2 hevalên me şewitandin û qetilkirin. Mîtînga me ya li Amedê hat bombekirin. Bombe li avahiyên me yên Mersîn û Edeneyê hatin teqandin. Tevî van hemûyan jî em tevlî hilbijartinê bûn. Serketina me bi dest xist, ne di nava pêşbirkeke wekhev de bû. Lê niha em dixwazin vê serketina xwe mezintir bikin."

'ÇI ZÛ ÇI JÎ DERENG WÊ BIÇIN, LÊ EM DIXWAZIN WAN ZÛ BIŞÎNIN'

Demîrtaş da xuyakirin ku AKP li şûna propagandaya xwe bike, li dijî HDP'ê kampanya dijberiyê dimeşîne û got, "Çi zû çi jî dereng wê zalim biçin. Lê belê em dixwazin wan zû bişînin. Ku berdêlên hatine dayîn û yên bên dayîn kêm bin. Ji bo mezinbûna hêviyê, derbasbûna HDP'ê ji bendê girîng e. Serketina HDP'ê ne avakirina desthilatdariyeke klasîk e. Serketina HDP'ê ji bo pêşeroja civakê girîng e."

'ROJAVA NE ERDÊ LI SER TE TAPOKIRÎ YE'

Demîrtaş piştî axaftina xwe bersiv da pirsên rojnamevanan û der barê gefên hikûmeta AKP'ê yên li Rojava tê xwarin de got, "Rojava bi awayekî fermî, ne xaka Tirkiyeyê ye. Gel hatine cem hev û meclîsek ava kirine. Hewl didin jiyana bi hev re, rêveberiya bi hev re bixin meriyetê. Ji bo wan gefa herî mezin DAIŞ e. Ew der ne erdê li ser te tapokirî ye. Tu bi çavê qûlê xwe li me dinêre, lê Kurdên li wê derê, Erebên li wê derê çi zerar daye te? Di dîrokê de kêliyên welê hene ku tu nikare pêşî lê bigire. Bi tenê tu dikarî lê temaşe bike. Em PYD'ê weke rêxistineke terorîst nabînin. Êrîşa li hemberî Tirkiyeyê li aliyekî, heta niha bêhurmetiyek jî nekiriye. Ji DAIŞ'ê re dibêjin 'zarokên hêrsbûyî', ji PYD'ê re jî dibêjin 'terorîst'. Ji xwe nema dikarin vê polîtîkayê zêdetir bimeşînin. Davûtoglû demkî ye, piştî 1'ê Mijdarê wê li cîhana akademiyê vegere. Bila hinekî akademîsyen êdî ji destê wî bikişînin."

...