Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş sê roj beriya hilbijartinê ji ANF'ê re axivî. Demîrtaş destnîşan kir ku 1'ê Mijdarê hilbijartinek di navbera aştî û şer de ye û got, "Eger dengên AKP û MHP'ê kêm bibin, wê nikaribin şer bidomînin."
Demîrtaş bal kişand ser sansura çapemeniyê ya li hemberî wan tê kirin û got, "Medya bi gefeke mezin re rû bi rû ye. Hikûmet gefa 'HDP'yiyan nekin mêvan' li çapemeniyê dixwe."
'EGER DENGÊN AKP Û MHP'Ê KÊM BIBIN, WÊ NIKARIBIN ŞER BIDOMÎNIN'
Demîrtaş da xuyakirin ku AKP û MHP'ê bi awayekî vekirî siyaseta eniya şer meşandin, dimeşînin û got, "Ew bi xwe jî vê yekê bilêv dikin. Serokkomar, Serokwezîr û Bahçelî timî banga 'hîn bêhtir operasyon, hîn bêhtir şîdetê' dikin. Dibêjin ku piştî hilbijartinê jî wê bidome. Zêdebûna dengên van her du partiyan tê wateya xurtbûna eniya şer. Ji bilî wan em û CHP li parlamentê dimînin. CHP li gorî paşeroja xwe, kêm be jî li dijî şer helwestê nîşan dide û qet nebe nabe palpişta şer. Ji ber vê yekê, ji bo dengên AKP û MHP'ê kêm bibin, divê aştîxwaz mora xwe li hilbijartinê bixin. Eger dengên wan kêm bibin wê nikaribin şer bidomînin. Lewma ev hilbijartin hilbijartina şerxwaz û aştîxwazan e."
Demîrtaş diyar kir ku wan hewl dan di nava vê demê de rastiya vî şerî ji civakê re vebêje û got, "Ji xwe ji 24'ê Tîrmehê dema xerakirina agirbestê û vir ve, gotina me ya li ser rastiya vî şerî mora xwe li siyaseta Tirkiyeyê xistiye. Me got ev şer şerê Qesrê ye û civaka Tirkiyeyê jî ev gotina me rast dît. Ev şer, bi zext û zordariya Qesrê deket holê. Ne parastina welêt e. Mirovan ev dîtin. Van nerazîbûnan di merasîmên cenazeyên leşker û polîsan de xwe nîşan da. Mirovan dîtin ku ewladên wan ji bo Qesrê tên qurbankirin."
GEFÊN LI WAN TÊN XWARIN
Li ser amadekariyên sûîqestê û gefên li hemberî wan tên kirin de Demîrtaş ev nirxandin kir:
"Ev yek rêbazeke şerê psîkolojîk nîne. Me ev îstîxbarat ji Tirkiyeyê negirt, me ji PYD'ê girt. Îstîxbaretek ku baweriya xwe pê heye. Ne îstîxbarateke ku ji bo çavê me bitirsîne ye. Rastiyeke xwe heye. Lê belê dema em dixebitin, bi rastî jî ev qet nayê bîra me. Em tedbîrên xwe digirin, lê belê pêşîgirtina li kesên biryara pêkanîna vê daye, ne karekî hêsan e. Ji nava dewletê destekê dibînin, em bi vê jî dizanin. Lê belê em nikarin zêde guhê xwe bidin vê. Em bi giranî li girseya xwe, li pêşeroja xwe ya siyasî difikirin. Em tevgereke welê ye ku her roj cenazeyan radikin. Di rewşeke bi vî rengî de ne rast e ku bi tirsa mirinê em xebatên xwe bimeşînin. Ji dil dibêjim, di vî warî de gelekî rehet im. Ji aliyê psîkolojîk ve bandor li min nekir, li min nake."
'JI BO ME PARASTINA HILBIJERAN ESAS E'
Der barê pêknehatina mîtîngên HDP'ê de Demîrtaş got, "Ji bo me ya esas, parastina hilbijêran e. Eger em nikaribin ewlekariya wan ji her alî ve pêk bînin, ti wateya xwe nîne ku em wan bixin nava xeteriyê. Yên tên mîtîngên me ji xwe mirovên me ne. Hilbijêrên me tevlî mîtîngên me dibin. Mîtîng bi tenê xwepêşandaneke. Ji ber vê yekê, ji bo xwegihandina hilbijêran, mîtîng ji xwe rêbazeke gelekî bi bandor nîne."
'EM LI BENDÊ NE ZÊDEYÎ JI SEDÎ 14'AN DENG WERBIRIN'
Ji bo pirsa "rêjeya dengê we wê çiqas be? Pêşdîtina we di vî warî de çiye?" Demîrtaş ev bersiv da: "Bendewariya me zêdeyî ji sedî 14 ye. Ez bawerim ku em ê ji sedî 13'an derbas bikin. Zêdeyî ji sedî 14'an e. Dengên me wê ji yên MHP'ê zêdetir bin. Hejmara parlamenterên me jî wê jê zêdetir be."
Demîrtaş anî ziman ku hilbijêrên kîjan partiyê di vê hilbijartinê de tevlî dengdayînê bibin wê, dengê wê partiyê zêde bibe û got, "Em ji hilbijêrên xwe bawer in. Çi dibe bila bibe wê biçe ser sindoqan." Demîrtaş bang li mirovan kir ku biçin ser sindoqan, dengên xwe bi kar bînin û got, "Tevlîbûna li Ewropayê zêde bû. Ev cihê kêfxweşiyê bû. Em dizanin ku li welêt jî wê hilbijêr bi heman berpirsyariyê tevbigerin."
'ERDOGAN WÊ ÊDÎ ENCAMÊN 1'Ê MIJARÊ QEBÛL BIKE'
Demîrtaş ragihand ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo Tirkiyeyê rovanşa 7'ê Hezîranê ye û got, "Piştî 7'ê Hezîranê kêm be jî bêhn hatibû ber mirovan. Niha wê dîsa nefesê werbigirin. Ji ber ku mirov ji vê tirsiyan: Tayyîp Erdogan bi hilbijartinan jî naçe. Lê wê piştî 1'ê Mijdarê qebûl bike. Dibetiya koalîsyonekê mezin e û wê ava bibe. Tirkiye wê ji bo demekê bi koalîsyonê were birêvebirin. Lê li gorî texmîna min; hilbijartinw ê heta 2019'an di dema xwe de pêk neyê. Koalîsyon wê nikaribe 3.5 salan welêt bi rê ve bibe. Wê koalîsyonek demkurt be. Piştre wê her tişt zelal bibe û li şûna xwe rûnê."
'ÎNŞALLEH WÊ 1'Ê MIJDARÊ Û PAQIJBÛNA CERABLÛSÊ LI HEV RAST BÊN'
Demîrtaş bal kişand ser gefên hikûmeta AKP'ê yên li PYD'ê û Rojava, ku hewl dide pêşî li operasyona Cerablûsê bigire û got, "Ev hemû gotin û daxuyaniyên pûç û vala ne, bi kêr nayên. Ti kes Davûtoglû û Erdogan cidî nagirin. Hin lîder bi wan re hevdîtinan dikin, lê li ser pirsgirêka penaberan diaxivin."
Demîrtaş destnîşan kir ku serketina Rojava ya li dijî DAIŞ'ê bandoreke erênî li gelek derdorên li Tirkiyeyê kir û got, "Her kesî dît ku sekna îdeolojîk û pratîka xeta Kurdan çi ye. Yên ku li hemberî DAIŞ'ê sekna herî bi heybet nîşan didin, xwediyên vê xetê ne. Li Tirkiyeyê parastina vê xetê ji aliyê HDP'ê ve, cesaretê dide mirovan. Serketina Kobanê bandoreke mezin a civakî afirandin. Rizgariya Til Ebyad li serketina hilbijartinên 7'ê Hezîranê rast hat. Înşalleh 1'ê Mijdarê jî wê paqijbûna Cerablûsê rast were."
'PEYAMA DAWÎ NÎŞANEYA BERXWEDANA BIRÊZ OCALAN A LI HEMBERÎ AKP'Ê YE'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li ser peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi rêya parêzeran pêşkêş kir got, "Tecrîda şidandî bêçaretiya hikûmetê nîşan dide. Ev yek mînaka şênber a berxwedaan Birêz Ocalan a li dijî polîtîkayên AKP'ê ye. Eger AKP bawer bike ku wê gotineke erênî ji bo wê bê dayîn, wê heyetan li dû hev bişîne giravê. Lê belê niha dibîne ku polîtîkayên wê li din guhê dîwarên Îmraliyê dike. Em vê tecrîdê li dijî exlaq û li dijî hiqûqê dibînin."
Demîrtaş herî dawî diyar kir ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji yên 7'ê Hezîranê girîngtir û bang li hemû hilbijêran kir ku çi dibe bila bibe biçin ser sindoqan û degnê xwe bi kar bînin.