Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî: Ocalan aktorekî gelekî girîng e

Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ku bersiv ji serlêdana wan a ji bo hevdîtina bi Ocalan re nehatiye dayîn civîna çapemeniyê lidar xist. Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa li vir axivî û destnîşan kir, ku Ocalan aktorekî gelekî girîng ê polîtîk e.

Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ku bersiv ji serlêdana wan a ji bo hevdîtina bi Ocalan re nehatiye dayîn civîna çapemeniyê lidar xist. Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa li vir axivî û destnîşan kir, ku Ocalan aktorekî gelekî girîng ê polîtîk e.

Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya ji 11 kesan a bi serokatiya parêzerê lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela Essa Moosa, ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat Tirkiyeyê, li Elîte World Otelê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Di civînê de helwesta Wezareta Edaletê ya ku bersiv nedaye serlêdana wan, hat nirxandin.

MOOSA: OCALAN BI ROLEKE GIRÎNG RADIBE

Parêzerê Mandela dadger Essa Moosa diyar kir, ji bo ew bibînin bê hevdîtinên aştiyê yên li Tirkiyeyê di kîjan astê de ye, ew hatine Tirkiyeyê. Moosa got, "Pêvajoya aştiyê li cihekî, li gorî teqwîna dewletê meşiya. Me xwest bibînin bê ev hevdîtin di kîjan astê de ye û tevkariyê lê bikin."

Moosa der barê serlêdana xwe ya li Wezareta Edaletê de got, "Li ser navê delegasyona me, me serî li Wezareta Edaletê dan. Li ser navê delegasyonê me xwest bi Ocalan re hevdîtinê bkin. Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê bi roleke gelekî girîng radibe. Wezareta Edaletê da xuyakirin, ku nameya wan hînê negihaştiye. Me jî îro nameyeke din şand.

Me bihîst ku beriya hilbijartinan, parlamenter nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin, parêzer 5 sal in, malbat jî 14 meh in nikarin Ocalan bibînin. Li gorî peymanên navneteweyî mafê her mehkûmî heye bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji Wezareta Edaletê kesî bi me re hevdîtin nekir, vê yekê em êşand."

'AKTOREKÎ GELEKÎ GIRÎNG Ê POLÎTÎK E'

Moosa got, "Abdullah Ocalan aktorekî gelekî girîng ê polîtîk e. Komara Tirkiyeyê ji bo pirsgirêkên xwe yên bi welatên cîran re çareser bike, beriya her tiştî divê pirsgirêkên li nava xwe çareser bike. Belê Komara Tirkiye û Ocalan dikarin pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bikin, lê belê divê beriya her tiştî pirsgirêkên li Tirkiyeyê werin çareserkirin."

Moosa da xuyakirin ku çareseriya hemû pirsgirêkan bi hevdîtinên aştiyê yên bi beşdariya hemû aliyan dibe û ev tespît kir: "Li gorî min, li Tirkiyeyê kî pirsgirêka Kurd çareser bike, ew ê Xelata Aştiyê ya Nobedê bistîne. Di sala 2011'an de me hatin Tirkiyeyê û di nava gel de hêviyek hebû. Di sala 2014'an de em careke din hatin û me raporek amade kir. Hingî jî min anîbû ziman."

EÎGLAND: MEJIYEKÎ HEVPAR DIVÊ

Ji Weşanxaneya New Compass a li Norwêcê nivîskar tercûman Eîrîk Eîgland jî got, "Berî salekê ez li Rojava bûm. Li Rojava bi şervanên Ereb ên li nava YPG'ê re axivîm. Li vê derê şerekî Kurd-Ereb nîne. Pêwîste pirsgirêk bi mejiyekî hevpar were çareserkirin."

ROÛSSOPOÛLOS: EM BI ENDÎŞE NE!

Damezrînerê Enstîtuya Ekolojî Civakî ya Navneteweyî ya ji Kanadayê Dîmîtrî Roûssopoûlos got, "Eger min karîbûya bi Wezîrê Edaletê yê vî welatî re hevdîtin bikira, min ê jê re bigota li Kanadayê gelek çalakî tên lidarxistin û ev çalakî bandorê li nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî Tirkiyeyê dike. Li vî welatî ji bo aştiyê hewldanên gelekî hêja û girîng hene. Em ji rewşa heyî bi endîşe ne."

RYAN: JI BO AŞTIYÊ EZ LI VIR IM

Serokê Komîsyona Aştî û Edaletê ya Parlamenta Îngilîstanê Joe Ryan got, "Bi salan e ez bi pirsgirêkên li Tirkiyeyê re eleqedar dibim. Ji bo dewamiya pêvajoya aştiyê li vir im. Dibe ku em hin tiştan bi ser nexînin, lê ceribandin girîng e."

HÛNKO: LI ELMANYAYÊ NERAZÎBÛN LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ ZÊDE DIBE

Parlamenterê Meclîsa Federal a Elmanyayê Andrej Hûnko jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Di navbera Tirkiye û Elmanyayê de têkiliyên baş hene. Lê belê polîtîkayên Tirkiyeyê yên dema dawî li Elmanyayê rê li ber nerazîbûnan vedike. Dengê protesto li meclîsê jî bilind dibe."

MÎLEY: YPG HEVALBENDÊ ME YE

Hîndekarê Zanîngeha Cambrîdge Dr. Thomas Jeffrey Mîley jî da xuyakirin, ku hem zextên li ser çapemeniyê hem jî bûyerên dawî yên li Kurdistanê diqewimin wan dixin nava fikaran û got, "YPG hevalbendê me ye, divê ev bi vî rengî were zanîn." Mîley bal kişand ser terora dewletê û got, "Bûyerên li rojhilatê Tirkiyeyê diqewime rê li ber xeteriyeke mezin vedike. Ev xeterî ji bo hemû gelan derbas dibe."

BÎEHL: DIVÊ ŞÎDET BÊ QEDANDIN

Nivîskar û lîstikvana Amerîkî Janet Bîehl jî got, "Eger şîdet dewam bike, ez ne bawerim hêzên Kurd karibin bi Tirkiyeyê, Tirkiye jî karibe bi hêzên Kurd. Divê ev rewşa şîdetê derhal bi dawî bibe."

ANDRADE: ROLA OCALAN A JI BO AŞTIYÊ GELEKÎ GIRÎNG E

Wezîrê Berê yê Çandê yê Ekvadorê Velasco Andreade jî got, "Di roja îro de nûnerên welatên cuda ji bo çareserkirina pirsgirêka li Sûriyeyê li hev dicive. Lê belê ya girîng lihevkombûna civakan e. Rola Ocalan a ji bo aştiya li Tirkiyeyê gelekî girîng e."

Di civînê de rapora Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî bi çapemeniyê re hat parvekirin.