Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ji bo hevdîtina bi Ocalan re li benda bersivê ye

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya hat Tirkiyeyê, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, li benda bersiva Wezareta Edaletê ne.

Heyeta ku di nav de kesayetên navdar jî hene, di salvegera komploya 15'ê Sibatê de hat Stenbolê.

Endamên Delegasyona Aştiyê ji rayedarên wezaretê re ragihandin ku dixwazin bi Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag re hevdîtinê bikin. Heyet her wiha wê bi nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr û akademîsyenan re jî hevdîtinan bike.

Heyet ewilî bi KCD'ê re îro rûnişt û ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Edaletê da. Heyet niha li benda bersiva Wezareta Edaletê ye.

Di çarçoveya bernameya îro ya heyetê de, wê endamêne heyetê bi HDP'ê û saziyên civakî yên sivîl re hevdîtinê bikin. Di dawiya hevdîtinan de tê payîn ku li ser navê endamên delegasyonê ji bo agahdarkirina raya giştî daxuyaniyek bê dayîn.

DI NAVA DELEGASYONÊ DE KÎ HENE?

Delegasyona ji van kesayetan pêk tê:

Parêzerê Nelson Mandela, berdevkê Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî Essa Moosa, ji Kanadayê ji damezrînerên Enstîtuya Ekolojî Sosyolojî ya Navneteweyî Dîmîtrî Roûssopoûlos, ji DYA nivîskar Janet Bîehl, ji Îngilîstanê endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Estîtuya Ekolojî Sosyolojî ya Navneteweyî Federîco Ventûrînî, ji Îngilîstanê ji zanîngeha Cambrîdge Dr. Thomas Jeffrey Mîley, ji Elmanyayê Parlamenterê Partiya Çep Adrej Hûnko, ji Norwêcê nivîskar Eîrîk Eîglad, nivîskar, tercûman, endamê Meclîsa Neteweyî ya Venezûelayê Edgar de Jesûs Lûcena Gonzalez, ji Îngilîstanê ji Serokatiya Komîsyona Edaletê Joe Ryan Westmînster û Wezîrê berê yê Çandê yê Ekvadorê Andrade Francîsco Velasco.