Dayikên Aştiyê yên ku bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li ber Qesra Dolmabaxçeyê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li dar xistin, rastî êrîşa polîsan hatin. Dayik ji bo daxwazên xwe yên aştiyê bibêjin, hatin noqteya li stada Beşîktaşê û xwestin ku tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe û mêzeya çareseriyê car din bê danîn.
‘EV PIRSGIRÊK BI ŞER ÇARESER NABE‘
Yek ji Dayikên Aştiyê Akime Keskîn a ku bi laçika spî yên sembola aştiyê ye, çalakiya rûniştinê li dar xist û di axaftina xwe ya bi Kurdî de got: “Em aştiyê dixwazin, em dayik in, em dixwazin her dayik piştgiriyê bidin me. Tevî komkujî û tundiya 100 salî jî em her tim aştiyê dixwazin. Em dayik in û dilê me ji bo her kesî diêşe. Me tu carî şer nexwest. Xwîn ji herdu aliyan diherike. Ev pirsgirêk bi şer çareser nabe, divê her kes vê baş bizanibe."
‘BILA TECRÎD RABE Û MÊZEYA DIYALOGÊ BÊ DANÎN‘
Ji Dayikên Aştiyê Bedîa Gokgoz jî destnîşan kir ku ew weke dayikên Kurd dixwazin aştî were cîhanê û got:“Em dixwazin komkujî bi dawî bibin. Roja cîhanî ya aşitiyê ye û em dixwazin aştî were cîhan û welat. Deng bidin qîrîna dayikan. Van komkujiyan û tecrîda li girtîgehan bi dawî bikin. Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin, êdî rondikê çavê dayikan ziwa bû. Êdî dayikên Kurd cenazeyên zarokên xwe kîsan de digrin. Cenaze nemaye û êdî hestiyên me didin me. Em vê yekê qebûl nakin.“
Gokgoz, xwest ku mêzeya çareseriyê ji nû ve bê danîn û got: “Mêzeya çareseriyê li vir hate danîn; çima ev mêze hate rakirin? Bila cardin vê mêzeyê danin, dîsan li dora wê kom bibin û bila ji bîr nekin ku ji aştiyê zirar nagihe tu kesê.”
Piştî axaftinan polîsan êrîşî dayikên xwestin belav bibin kirin. Dema Dayikên Aştiyê li erdê kaş kirin û destgîr kirin, xebatkarên çapemeniyê bi awayekî keyfî hatin astengkirin û nehiştin ku ew dîmen bigrin.
Di encama êrîşa polîsan de dayika bi navê Bedîa Gozyuz, Zelîha Gokyuz û Şukran Tûgay hatin destgîkirin.