Dayika girtiyê nexweş Ekîm Polat dest bi çalakiya rûniştinê kir
Dayîka Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî ye û tevî ku nexweşiya wî giran e jî tedawiya wî hat redkirin, li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Dayîka Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî ye û tevî ku nexweşiya wî giran e jî tedawiya wî hat redkirin, li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Denîzliyê ya Tîpa T’yê tê ragirtin, her ku diçe ber bi xeteriyê ve diçe û tenduristiya wî xerab dibe.
Dayika Polat, Songul Polat ji bo tedawiya lawê wê bê kirin li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin. Polat xwest her kes piştevaniyê bide Ekîm Polat û hemû girtiyên nexweş.
Songul Polat diyar kir ku lawê wê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” li ser giliyên “şahidê veşarî” 6 sal in girtî ye û nexweşînên wek KOAH, helîna hestiyan, ûr, hipertansiyon, çavê wî nabîne, penceşêr û felca zêde ku jiyanê dixin bin xetereyê pê re peyda bûne.
Polat got mafê tedawîkirina lawê wê hatiye astengkirin û ji ber nexweş e û nayê berdan dest bi çalakiya rûniştinê kiriye. Polat got ku ew dixwaze tavilê astengiya li pêşiya tedawiya lawê wê bê rakirin û dixwaze di pêvajoya tedawiyê de li cem lawê xwe be.
Polat anî ziman ku Saziya Tiba Edlî bi raporên amade dike, berdana girtiyên nexweş asteng dike û got ku rewşa lawê wê ne hewceyî raporê ye jî ji ber gelek nexweşînên wî hene.
Polat diyar kir ku ew ê her roj saet di navbera 09.00’an û 16:00’an de heta lawê wê bê tedawîkirin wê çalakiya xwe li dar bixe û banga hestiyariyê li raya giştî kir.