Davûtoglû mîna Çîller axivî: Destlênedan wê li Meclîsê bê nirxandin

Serokwezîrê Tirk Davûtoglû da xuyakirin, ku fezlekeyên li ser rakirina mafê destlênedana parlamenteriyê ya wekîlên HDP'yî, wê piştî nirxandin budçeyê bên nîqaşkirin.

Davûtoglû ragihand, fezleke hatine Meclîsê û got, "Fezlekeyên têkildarî HDP'yiyan ji serokatiya Meclîsê re hatin şandin. Piştî budçeyê em ê fezlekeyên gihaştine Meclîsê binirxînin."

Davûtoglû diyar kir, divê li ser mijara destlênedanê hemû partî bigihêjin mutabaqatê û got, "Mijara fezlekeyê ne tenê mijara AK Partî ye. Di vir de mijar; rûmeta Meclîsê ye. Divê karê hiqûqê bê meşandin. Pêwîste ti kes jî, ku sûcdar bin xwe weke mexdûr nîşan nedin. Texmîn nedikirin ku di mijara têkoşîna li hemberî terorê de em ewçend bi biryar in. Em li vî welatî destûrê nadin terorê."