Davûtoglû ji bo destekê ji êrîşên xwe yên li dijî Rojava re bibîne, li Îranê ye
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, ji bo destekê ji êrîşên xwe yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê peyda bike, çû Îranê.
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, ji bo destekê ji êrîşên xwe yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê peyda bike, çû Îranê.
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bi Alîkarê Yekemîn a Serokkomarê Îranê Îshak Cîhangîrî re hevdîtin kir.
Ji daxuyaniya çend roj berê ya Sefîrê berê yê Îranê yê li Tirkiyeyê ku di resepsiyona xatirxwestinê de gotibû 'Em fikar in Tirkiyeyê yên li ser mijar PYD'ê fêm dikin' tê fêmkirin ku sedema serdana Davûtoglû 'Rojava' ye.
Davûtoglû di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinê de got, "(...) Di navbera Tirkiye û Îranê de afirandina hin perspektîfên hevpar gelekî girîng e. Dibe ku nêrînên me ji hev cuda hebin, lê divê em çarenûsa herêmê ji aktorên derve re nehêlin. (...) Di rojên zor û zehmet de em bi Îranê re bûn, eger em di siberojê de jî bi hev re bixebitin ev yek wê bi kêrî berjewendiyên her du welatan û herêmê be."
Tê texmînkirin Serokwezîrê Tirk Davûtoglû wê bi Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî re hevdîtinek li çapemeniyê girtî, pêk bîne.