Daraza Tirk guhdarkirina stranên Kurdî weke ‘delîla sûc’ dibîne

Li Aydinê derbarê 11 jinên HDP’yî de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin. Di îdianameyê de “guhdarîkirina stranên Kurdî” cih girt.

Di derbarê 11 jinên HDP’yî ku di operasyonên qirkirina siyasî de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” di 14’ê Sibata 2022’an li navend û bajarên Aydinê pêk hat de hatin destgîrkirin û berdan, doz hate vekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Aydinê ve hat amadekirin, ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Aydinê ve hate qebûlkirin.

Di îdianameya ku derbarê 11 jinên HDP’yî ku di nav wan de Hevseroka HDP’ê Aysel Batyar Onsel jî heye bi îdiaya “endama rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hat amadekirin de, çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê weke hêmana sûc hate ditin. Di çalakiyan de guhdarîkirina stranên Kurdî weke “delîla sûc” hate nîşandan. Her wiha di îdianameyê de hevdîtinên jinan ên bi saziyên çapemeniyê re jî cîh girt.

Yekemîn rûniştina doza derbarê jinan, di 11’ê Mijdarê de li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Aydinê bê dîtin.