Dadgeha Destûra Bingehîn ‘cezayê zimanê dayikê’ mafdar dît

Dadgeha Destûra Bingehîn cezayê dîsîplînê yê li mamosteyên ku li gorî banga Egîtîm Senê ya ji bo saetekê perwerdehiya bi zimanê dayîkê tevgeriyabûn, mafdar dît.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNESCO) 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihandiye. Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtm Sen) jî bi wesîleya 21’ê Sibatê bang li hemû mamosteyan kiribû ku li dibistanan saetekê bi zimanê dayikê dersê bidin. Bi hinceta ku 22 mamoste tev li vê banga Egîtîm Senê bûne, derheqê wan de cezayê dîsîplînê hatibû dayîn. Dadgeha Destûra Bingehîn jî ev cezayê li mamosteyan hatiye birîn weke binpêkirin qebûl nekir.

Mamosteyên ku li navçeyên Lice, Sûr û Yenîşehîrê li dibistanên seretayî, navîn û amadehî dixebitîn, di 22’yê Sibata sala 2016’an de li ser biryara Egîtîm Senê “saetekê bi zimanê dayikê” ders dabûn. Bi vê hincetê jî di derheqê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatibû destpêkirin û ji ber vê çalakiyê jî di derheqê wan de cezayê şermezarkirinê li wan hatibû birîn.

Dadgeha Îdareyî ya Amedê jî li ser îtîraza mamosteyan a li dijî cezayê şermezarkirinê, bi sedema “çalakî di çarçoveya xebatên sendîkayê de ne” biryar da ku karûbarên navborî bên betalkirin. Beşa Pêkanînê jî biryar bir Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Dîloke û wan jî ev biryar da: “Çalakiya hatiye kirin nakeve ber xebatên sendîkayî, li derveyî usûlên saziyan tevgeriyane û ev çalakî wê bike ku mafê perwerdeyê were astengkirin.”

Li ser vê yekê, mamosteyan û Egîtîm Senê biryar bir Dadgeha Destûra Bingehîn re. Di serlêdanê de hat gotin ku mafê azadiya raman, civîn, xwepêşandan û meşan hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe komî da û serlêdana Egîtîm Senê bi hinceta “Cezayên dîsîplînê yên li endaman hatine birîn tenê bandor li mafên wan kiriye” red kir. Ji bo perwerdeya zimanê dayikê jî Dadgeha Destûra Bingehîn wiha got: “Di xala 42’yemîn a Destûra Bingehîn de hatiye destnîşankirin ku zimanê perwerdeyê Tirkî ye. Lewma jî ji bilî Tirkî, tu sazî nikarin perwerde û fêrkariyê bi zimanekê din bidin.”

Di dewamê de Dadgeha Destûra Bingehîn çalakiya mamosteyan ne weke çalakiya sendîkayî lê tenê weke “çalakiyeke ji bo daxwaza perwerdeya zimanê dayikê ya şexsî” nirxand. Dadgeha Destûra Bingehîn  diyar kir ku “mamoste dema karê xwe dikin bi tu awayî nikarin çalakiyên siyasî û bîrdozî bikin.” Her wiha Dadgeha Destûra Bingehîn ev hincet nîşan da: “Serlêderan di dema peywira xwe de mijarên ne di mufredatê de ku li dijî polîtîkaya dewletê ne, dane xwendekaran. Meqamên rêveber û darazê jî wisa nirxandine ku peywirdar bi vê çalakiya xwe bêalî tevnegeriyane û bi dewletê re dilsoz nînin.”

Dadgehê îddia kir ku cezayê li mamosteyan hatiye birîn di cih de ye û mafê azadiya raman nehatiye binpêkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn  biryar da ku cezayê birîna mûçeyan û cezayê şermezarkirinê ne binpêkirin e.