Dadgeh nijadperestiyê diparêze
Parêzerê Malbata Dedeogûllari salek berê di êrîşa nîjadperestiyê de 7 xizmên wan hatin qetilkirin. Parêzerê malbatê Abdurahman Karabûlût got, “Dadgeh hewl dide bûyerê ji armancên nîjadperestiyê dûr bixe.”
Parêzerê Malbata Dedeogûllari salek berê di êrîşa nîjadperestiyê de 7 xizmên wan hatin qetilkirin. Parêzerê malbatê Abdurahman Karabûlût got, “Dadgeh hewl dide bûyerê ji armancên nîjadperestiyê dûr bixe.”
Tevî delîlên ku di 30’ê Tîrmeha 2021’an de bi mebestên nijadperestî êrîşî Malbata Dedeogûllari kirin jî, desthilatdariya AKP-MHP’ê îdîa dike ku komkujî ji ber şerekî asayî pêk hatiye û dadgehê jî di vî alî de araste dike.
Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdurahman Karabûlût hem li ser agahiyên komkujiyê û hem jî li ser malbatê ji ANF’ê re axivî.
Karabûlût diyar kir ku Malbata Dedeogûllari tevî dê û bav bi tevahî ji 8 kesan pêk tê û got ku, ji vê malbatê 7 kes hatine qetilkirin û tenê yek kes rizgar bûye. Karabûlût, da zanîn ku Çetîn Dedeogûllari yê ku rizgar bûye ew jî zêdeyî 20 sal in li Îngilîstanê dijî.
‘EM Ê KURDAN JI VIR RAKIN’
Karabûlût bi bîr xist ku Malbata Dedeogûllari malbatek e ku 20-30 sal berê ji ber şert û mercên civakî-aborî ji Qersê hatine Konyayê û ev tişt parve kir: “Malbata Dedeogûllari piştî êrîşa 12’ê Gulanê nîvê meha Hezîranê ji bo ku em parêzertiya wê êrîşê li ser malbatê bikin hatin cem me. Ji nîvê Hezîranê ve em parêzeriyê vê dozê dikin. Êrîşa 12’ê Gulanê gelek neket rojevê. Di encama êrîşa komek nijadperest a ji 20-30 kesî de Apê Yaşar û zarokên wî bi giranî birîndar bibûn. Berê jî parêzer hebûn, lê ji ber ku lêpirsîneke bi bandor çênebû, doz ji me re anîn. Malbatê li vir jî gotibû û di kanaleke televîzyonê ya ku berê pê re axivîn de diyar kiribûn ku bûyer êrîşeke nijadperestî ye. Di protokola îfadeyan de ‘Em nijadperest in, em ê we ji vir derxin’, ‘Em ê kurdan ji vir derxînin’ heye.
11 SAL BERÊ BINGEH HATIYE DANÎN
Karabûlût, da zanîn ku Yaşar Dedeogûllari bi xwe derbarê paşeroja bûyerê de ew agahdar kiriye û ev tişt parve kir: “Bi xwe ji min re got. 11 sal berê serokê vê malbata êrîşkar Lûtfî Keleş ji Apê Yaşar xwestibû ku di erdan de alîkariya wî bike. Ew bi xwe jî li ser têkiliya cîrantiyê çû û di karê erdê de alîkariya wî kir. Dema apê Yaşar alîkariya malbatê dikir, di radyoyê de nûçeyek hat ragihandin ku li Amedê pevçûn derketiye û 8 leşker mirine. Di dema ku ev nûçe tê ragihandin Lûtfî Keleş ku niha girtî ye û yek ji wan tawanbaran e, bi peyvên giran heqaretê li Kurdan dike. Apê Yaşar ewil xeber neda. Apê Yaşar piştî heman heqaret û çêrkirinê bertek nîşan da û got, ez jî Kurd im, hûn çima çêran dikin? Dijminatiya ewil a ku Apê Yaşar ji min re anî ziman, ji wir dest pê kir. Ev eslê dijminatiya 11 sal berê ye. Meseleya pisîkê an jî tiştekî ku bi mebesta ku bûyerê ji rastiyê dûr bixe û ji mebestên nijadperestî dûr bixe, tê gotin. Ev yek di dosyayê de cih nagire lê sedema rastiya bûyerê ev e.”
DAXWAZ NEHAT QEBÛLKIRIN
Parêzer Karabûlût diyar kir ku, Yaşar Dedeogûllari û zarokên wî beriya êrîşê ji rayedarên wek Navenda Ragihandinê ya Serokwezîriyê (BÎMER), Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CIMER) û Wezareta Karên Navxweyî daxwaza alîkariyê kiribûn û gotibûn ku ewlehiya canê wan tune ye û dibe ev êrîş dubare pêk were. Karabûlût wiha dewam kir, “Ev jixwe di qeydên dosyayê de hene. Her wiha di dosyayê de daxwazên me yên 17’ê Hezîran û 12’ê Tîrmehê jî hene. Jiyana muwekîlên me hê jî di xeterê de ye, îhtîmala êrîşeke muhtemel heye û ji ber vê yekê me ji dozgeriyê xwest ku muwekîlên me ji nêz ve biparêze. Lê mixabin ti ji van daxwazan jî bi erênî û neyînî nehatin bersivandin. Ew bi xwe jî pê hesiyan ku dibe ku êrîşek wiha çêbibe.”
BERIYA BÛYERÊ BI DU SAETAN LI BA MIN BÛN
Parêzer Karabûlût wiha behsa roja komkujiyê kir: “Nêzî 2 saet beriya komkujiyê Yaşar Dedeogûllari û du zarokên xwe hatin buroya min. Em li ser geşedanên di dosyayê de axivîn. Dosya li dijî me rê ve diçû. Ji ber ku dema me daxwaza girtinên nû dikir, dihatin berdan. Weke ku ji agahî û belgeyan tê fêmkirin bersûcan bi dozger re hevkarî kirine û yên din jî piştî ku 2 kesan sûcdar kirine serbest hatine berdan. Saet derdora 16.00-17.00’an de rabûn çûn malên xwe. Ez jî çûm daweta sinetkirina kurê hevalekî xwe. Li ser înstagramê min peyama yek ji xizmên wî Yolcû Rifatoğlu dît, ‘Bira were, hemû li erdê rast kirine’. Min jê xwest ku hejmara telefona xwe bi awayek lezgîn bişîne. Dema min telefon kir dîsa gazî alîkariyê kir û got: “Bira were, hemû li erdê rast kirine’. Min texmîn kir ku dîsa êrîşeke girseyî pêk hatibe. Qet nedihate hişê min ku mirovek tenê çekê bigire û komkujî bike. Ji ber ku tenê di nava 20 deqeyan de min karî xwe bigihînim cihê bûyerê, mixabin ji nûçeyên deqeya dawî ji rojnamevanan û telefonên midûriyetê min zanî ku hemû muwekîlên min hatine qetilkirin. Dema gihiştim cihê bûyerê hemû muwekîlên min jiyana xwe ji dest dabûn.”
BERPIRSYARÊN KOMKUJÎ Û ÊRÎŞÊ HEMAN KES IN
Parêzer Karabûlût bal kişand ser vê yekê ku berpirsyarên êrîşên beriya komkujiyê û yên komkujiyê heman kes in û anî ziman ku ev anormaliyek e û ger darazê pêşî li vê yekê bigire wê encam ne wisa be. Karabûlût got, “Anormaliya herî mezin ‘hewldana kuştinê’, ‘xisardayîna mal’, ‘gef’, ‘birîndarkirina bi kalîte’ ye û 9 bersûcên ku li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a ku bûyera 12’ê Gulanê lê hat dîtin hatin darizandin. Hê jî di dosyaya komkujiyê de heye. Li wir, bersûc ji bilî tetîkkêş heman kes in. Bûyera 12’ê Gulanê sedem e, komkujiya 30’ê Tîrmehê encam e. Tevî ku têkiliya qanûnî û fîîlî pir zelal e, mixabin her du dadgeh daxwaza me ya yekbûnê red dikin.”
TÊ XWESTIN BI TETÎKKÊŞ VE BÊ SÎNORDARKIRIN
Parêzer Karabûlût ku têkildarê dozê agahiyan dide jî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em nizanin ka dadgeh wê erê bike bê ka dosya bi rengê ji hev cuda bên rêvebirin an jî wê doz di yek dosyayê de bê darizandin. Li gorî me, wexta em giraniya bûyerê bînin ber çavan, di komkujiya 30’ê Tîrmehê de tenê bi tetîkkêş ve sînordar kirin û birîna 7 caran cezayên giran ên heta hetayî; ew plan dikin ku di êrîşa 12’ê Gulanê de wê ji hewldana kuştinê derxînin û ji her yekî re 3-5 sal ceza bidin. Lêbelê, heke di dosyeyek de du darizandin werin dîtin, dema ku hûn giraniya bûyerê bifikirin, ji bo tawanbarên din ên ku bûne sedema bûyerê îhtîmala cezakirinê heye. Bi mebesta rizgarkirina bersûcên din bi kêm cezakirinê û nehiştina cezakirina berpirsên rastî yên bûyerê, her du dosya ji hev cuda têne dîtin. Ev jî doza herî girîng e ku hem pêvajoya hiqûqî hem jî rastiya maddî eşkere neke. Ev wê di qonaxên paşîn de veguhere îtîrazê. Em bawer in ku ew ê xirab bibe.”
JI TETÎKKÊŞ RE 100 HEZAR TL PERE
Parêzer Karabûlût diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de biryar hatiye dayîn ku di derbarê hin bersûcan de cihê darizandinê nîne û axaftina xwe wiha domand: “Em di wê baweriyê de ne ku ev jî mijar in; ji ber ku bi kêmanî em dizanin ku di dema bûyerê de êrîşkar bi hevjîna xwe re di peywendiyê de bûye. Me qeydên deng û qeydên hevpeyvîna girtîgehê xwest. Di hevdîtina ku bi hevsera tetîkkêş re hat kirin de hat tesbîtkirin ku ev pere ji aliyê kesên ku nas nake ve li ser hesabê wî hatiye razandin û bi reqema par 100 hezar lîre hatiye razandin. Me delîlên wiha bi dest xist. Di vê derbarê de me berê jî serî li hemû rêyên hiqûqî da. Qeydên deng ên hevdîtinên ku tetîkkêş bi mamên xwe yên di girtîgehê de bi raya giştî re parve kir, derket holê ku polîs çawa bi wî re di nava diyalogê de ne, di dayîna îfadeyê de çawa alîkariya wî kirine û heta îfadeyên polîsan ên gotine ku wana mirin heq kirine hene. Ji bo bidestxistina encamê û pêşketina lêpirsînê ev delîlên girîng bûn. Lê belê daraz bi tengkirina dozê re û ji bo eşkerekirina heqîqetê ti hewldanekê nade. Berovajî vê yekê hemû hewlên xwe dide ku kiryarên rastî neyên eşkerekirin.”
DELÎLÊN GIRÎNG ÊN HATIN WINDAKIRIN
Parêzer Karabûlût bal kişande ser wê yekê ku 2 roj piştî qetlîamê qeydên deng ên li 112’an geriyaye û 45 deqeyan bi polîsan re axiviye heye û wiha got: “Me di pêvajoya lêpirsînê de ev daxwaz kirin. Naveroka vê nîqaşê, di axaftinên bi 112 û 155’ê re hatine tomarkirin. Ev hemû tomar ji dosyayê re hatine, lê bi çi hesiyan ku ji ber wê ew bi tevahî ji dosyayê derxistin. Rûpelek wê di dosyayê de ji bîr kirin. Di wê rûpelê de, tetîkkêş dibêje; ‘Min 7 terorîst kuştin. Diyaloga “ez ê 5 kesên din jî bikujim û wisa teslîm bibim’ dike. Bi gotineke din, kes nikare bêje ku ev qeyd piştî vê demê tine. Kî van qeydan ji dosyayê derxistibe rûpelek ji wan ji bîr kiriye û ev salek e em daxwaz dikin ku bên vegerandin. Dadgeh ji Walîtiyê re dinivîse lê ti bersivek nayê dayîn. Ez bawer im di wan diyalogan de hin diyalogên hestiyar hene. Em bawer dikin ku diyalogên girîng hene ku bûyerê ronî dike. Em ê dest ji vê bernedin, em hê jî li benda qeydan in, emê bibînin ka wê çi derbikeve.”
‘MA KURD BI AQIL BÛN?’
Parêzer Karabûlût, bal kişand ku komkujî çawa hatiye organîzekirin û bi çi armancê hatiye kirin û wiha pêde çû: “Di van qeydan de bersûc dema bi hev re diaxivin van îfadeyan bi kar tînin; Yek ji bersûcan dibêje: “Kurd bi aqil bûn? Kurê wî jî bi pesnê xwe dibêje, ‘Erê bavo, Kurd aqil bûne’. Her tim peyam û axaftinên bi giranî li ser Kurdayetiyê tên kirin. Tê fêmkirin ku ev yek bi rengekî pir eşkere û zelal ji ber êrîşeke nijadperest tên kirin. Em daxwaz dikin ku ev yek di binê qanûna ceza ya bi navê sûcên li dijî mirovahiyê de bê danîn. Lê belê dadgeh vê yekê red dike. Ger îdiayek wiha û îhtîmala guhertina cewhera sûc pêkan be, divê dadgeha cezayê di pêvajoya darizandinê de ji bo vî sûcî demek zêde veqetîne. Vê yekê nakin û dibêjin ku ew ê li gel hukmê binirxînin. Ji bo ku ew bi hukmê re bikarin binirxînin, ji ber êrîşa nîjadperest a li dijî mirovahiyê, divê zêdetir derfet bê dayîn ku parastinê bikin. Ji ber ku di derbarê wê de îddîa hene, ji mezinahiya îdîayê wêdetir tespît hene. Rastiyên berbiçav, delîlên şênber hene.”