CRA: Êrîşên li ser rojnemevanan bi plan in

Cemiyeta Rojnemevanên Azad êrîşa li ser Edîtorya JINHA’yê Zehra Dogan protesto kir û destnîşan kir ku êrîşên li ser rojnemevanan bi plan in.

Cemiyêta Rojnemevanên Azad derbarê  terora li  Nisebînê berdewam dike û êrîşa li ser Edîtorya JINHA’yê Zehra Dogan de daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku  êrîşên li ser rojnemevanan bi plankirî ne û bi zanebûn in, got: “  Rojnemevan ji bo ku van êrîşan vala derxin, di her şert û mercî de  bi eşq û kelecan wê nûçe şopandinê berdewam bikin. Em wek  CRA, vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û bang li hemû sazî û dezgehên çapemeniyê dikin ku hişyar bin û piştgiriyê bidin.”