Çalakiyên ji bo Kobanê li gelek bajarên Swêdê hatin lidarxistin
Li bajarên Stockholm, Goteborg, Orebro û Malmo yên Swêdê, ji bo piştgirî ji gelê Kobane re were dayîn, meş û mîtîng hatin lidarxistin.
Li bajarên Stockholm, Goteborg, Orebro û Malmo yên Swêdê, ji bo piştgirî ji gelê Kobane re were dayîn, meş û mîtîng hatin lidarxistin.
Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, tevî Partiya Çep a Swêdê, Komîteya Rojava, Çep a Ciwan, Ciwanên Kurd û Her tişt ji bo her kesî û Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd gelek rêxistinên civakî yên sivîl, li bajarên Stockholm, Goteborg, Orebro û Malmo yên Swêdê, ji bo piştgirî ji gelê Kobane re were dayîn, meş û mîtîng hatin lidarxistin.
Bi sedan kesên saet di 13:00 de li Parka Hûmlegarden a Stockholmê hatin cem hev, bi alên PYD, YPG, PKK, KCK, KJAR û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heta Meydana Sergelê meşiyan.
Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Danîel Rîazat li Meydana Sergelê peyivî û anî ziman ku Rojava cîhaneke nû diafirîne. Rîazat di dewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta dijminane ya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî Rojava û rexneyên tund li welatên rojavayî yên li rewşê temaşe dikin, kir.
Rîazat ragihand ku Rojava ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe daye û şer kiriye û got, "NATO destekê dide Tirkiye ya ku Kurdên sivîl qetil dike. Divê em zextê li Hikûmeta Swêdê jî bikin. Bi tenê şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê têrê nake. Pêwîste vê mijarê di her platformê de bixe rojevê. Erdogan û yên mîna wî destekê didin çeteyên DAIŞ'ê, hevparên gunehê komkujiyên ji aliyê çeteyan ve tên kirin e."
Seroka Çep a Ciwan a Partiya Çep a Swêdê Îda Gabrîelsson jî destnîşan kir ku rêxistina wan piştgiriyê dide gelê Kurd bi taybetî jî gelê Rojava.
BANGA SEKINANDINA TERORÎZMA DEWLETÊ YA ERDOGAN
Li bajarê Malmo jî bi dirûşmeya "Rojava rê nîşan dide, terorîzma dewletê ya Erdogan bisekinîne" li Meydana Mollevangstorget, xwepêşandanek hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên Kurdistanî û Swêdê, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bal kişandin ser girîngiya destekkirina Kobanê. Qisekeran diyar kirin ku AKP a êrîşî YPG'ê dike, destekê dide çeteyên DAIŞ'ê. Girseya gel di çalakiyê de bi qîrîna dirûşmeyan destek dan berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava.
LI STOCKHOLMÊ WÊ ÎRO ÊVARÊ GALAYA JI BO PIŞTGIRIYA KOBANÊ BÊ LIDARXISTIN
Îro jî wê li Rîval Otel a li Meydana Marîatorget a Stockholmê danê êvarê, bi beşdariya hunermendên Swêdî, Kurd û Tirk, ji bo tevkariya li pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê galayek tê lidarxistin. Gala wê saet di 19:00 de destpê bike û hemû hatineyên wê ji Kobanê re bê şandin.