Çalakiya li ber DMME bi tevlîbûnên zêde dewam dike

Çalakiya ku Kurdan li dijî qetlîamên dewleta Tirk li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber DMME, KE, CPT dane destpêkirin, di roja 13’emîn de bi coşek mezin dewam kir.

Çalakiya ku Kurdan li dijî qetlîamên dewleta Tirk li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), Konseya Ewropa (KE), Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) dane destpêkirin, di roja 13’emîn de bi coşek mezin dewam kir.

Çalakiya ku ji roja destpêkê ve bi tevlîbûna bi hezaran kesî dewam kir, îro ji saetên sibehê ve ji gelek bajarên cuda yên Ewropayê jî Kurdistaniyan cihê xwe tê de girtin.

Di konê mezin ê çalakiyê de alên Kurdî, her wiha wêneyê Hevsorêkê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku di dema berxwedana Cizîrê de hat qetilkirin hat daliqandin. Li cem wêne, pankarta “Me li ber xwe da, Me çok neşkand, Bi me re serbilind bin” bal kişand.

PANELA LI SER ŞENGAL Û ROJAVA

Di çarçoveya aktîvîteyên îro de bi tevlîbûna nûnerên saziyên Êzîdî û Suryaniyan panelek hat lidarxistin. Ji Federasyona Êzîdiyên Kurdistanê Îzettîn Boran, Hevserokê Kongreya Gel a Mezopotamya Nûman Ûgûr, ji Meclîsa Gel a Dîaspora ya Şengalê Soro Kahraman wek axaftvan tevlî panelê bûn.

Soro Kahraman ku beriya du rojan ji Şengalê vegeriyabû, têkîldarî bûyerên li parçeyên Kurdistanê agahî dan, beşdarvanên din jî têkîldarî rewş û pêdiviyên hem li herêmê hem jî li Ewropa nêrînên xwe anîn ziman. Panel bi pirs û bersivan dewam kir.

JI GELEK WELATÊN EWROPA KURDISTANÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛN

Çalakiya 13 roj li pey xwe berda ji aliyê Kurdistanî û nûnerên saziyan ên ji di serî de welatên Elmanya, Fransa û Swîsre, ji gelek welatan hat ziyaretkirin.

Bi dehan endamên Konfederasyona Penaberên Bindest a Ewropa (AvEG-Kon) û Federasyona Karkerên Penaber a Elmanya (AGIF) hatin Strasboûrgê, piştgirî dan Kurdistaniyan.

Ji namzetên Dîe Lînke ya Parlamentoya Eyaleta Baden-Wurttemberg a ku wê 13’ê Adarê bê lidarxistin, Hazal Rakîp a Kurdistanî jî qada çalakiyê ziyaret kir, piştgiriya xwe ya bi Kurdistaniyan re pêşkêş kir.

Di çalakiya ku li dijî qetlîamên li Kurdistanê ji bo DMME, KE û CPT bikeve tevgerê destpê kir û wê hefteya pêş jî dewam bike de danê êvarî endamên Tev-Çand konser dan.