Benlîsoy: AKP bi şer rejîmeke despotîk ava dike

Fotî Benlîsoy diyar kir, Erdogan bi şerê li hundir û derve re rejîmeke despotîk ava dike û destnîşan kir, karakterê hikûmeta AKP'ê bi rêya şer diyar dibe.

Fotî Benlîsoy diyar kir, Erdogan bi şerê li hundir û derve re rejîmeke despotîk ava dike û destnîşan kir, karakterê hikûmeta AKP'ê bi rêya şer diyar dibe.

Nivîskar Fotî Benlîsoy, komkujiyên li bajarên Kurdistanê, polîtîka hundir û derve ya AKP'ê û bêdengiya rojavayê Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Benlîsoy da xuyakirin, ku pêvajoya avakirina nasnameya neteweyî ya Kurd êdî gihaştiye radeya dawî û diyar kir, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî vê rewşê, nêzîkatiya li hemberî pêvajoya avakirina nasnameya neteweyî ya Ermenî û Bûlgar a sedsala bihurî ye.

Benlîsoy da zanîn, ku gotina 'Çeteyên Ermenî yên bi Rûsan re hevkarî kirin' a Davûtoglû ku berî çend rojan bilêv kir, têra vegotina vê rastiyê dike û ev nirxandin kir: "Netewperestiya Tirk, weke reaksiyonek atmosfera tengaviya baweriya ji xwe ya ji ber têkçûna rewşa 'miletî hakimiye' ya serdema dawî ya Împaratoriya Osmanî rû da, derket holê. Dema mirov nivîskarên Yenî Şafak an jî Starê dixwînin, dibînin ku ew reaksiyon, ew endîşeya mayîndetiryê, gihaştiye roja îro. Lewma siyaseta cezakirina kolektîf û dorpêçiya li hemberî wargehên Kurdan, ji armanca desthilatdariya 'yek şexsî' yan jî partiyê wêdetir, pêwendiya xwe bi mercên 'bingehîn-dîrokî' yên ji hev ketina polîtîka û sîstema dewletê ve eleqedar e."

'BI ŞERÊ LI HUNDIR Û DERVE RE AKP/ERDOGAN REJÎMEKE DESPOTÎK AVA DIKIN'

Li ser armanca hikûmeta AKP'ê di vî şerê kirêt de, Benlîsoy ev tespît kir:

"Marx di berhema xwe ya bi navê 'Li Fransayê Şerê Çînî' de ji bo LoûÎs Bonaparte dibêje, 'Bi xwarina ji şerê çînî re desthilatdarî dizî û ew bi şerê periyodîk ê li derve re ew mayînde kir'. Heman gotin dikare ji bo têkiliya şerê hundirîn û derve yê rejîma Erdogan, dikare ji bo hewldanên mayîndekirina rejîmê bi rêya şer bê gotin. Şerê li hundir yekser bi xwe meşand û li derve jî (yanî li Sûriyeyê) bi rêya wekîlên xwe meşan, di mijara ji holê rakirina krîza herî cidî ya li pêşiya Erdogan/AKP'ê de roleke diyarker lîst. Erdogan/AKP bi rêya şer, li nava dewletê tifaqên nû afirand; li nava civakê jî li dora mijarên 'netewetî' û 'xwecihî', vegotineke hevgirtin û sefeberkirinê xist rojevê. Guhertina destûra bingehîn, serokatiya bi 'tîpa Tirk' û rejîmeke partiyê ya bi serweriya şefî, di nava şer û bi rêya şer, bi dijwarkirina mejiyê 'dost û dijmin' ket rojevê. AKP/Erdogan bi rêya şerê hundir û derve, rejîmeke despotîk ava dike. Karakterê rejîmê bi rêya şer diyar dibe. Bi tirsa di nava şert û mercên şer de xistiye nava dilê girseyan re, 'tedîpkirina' rojhilatê Firatê bi rêya şer û 'terbiyekirina' rojava, weke stratejiya desthilatdariyê ya herî girîng di rêya serokatiyê yan jî rejîmeke mîlîtarîst-despotîk de dikeve dewrê."

'ŞER LI KOLONIYA ME DIQEWIME; LEWMA BÊDENGÎ HEYE'

Der barê bêdengiya rojavayê Tirkiyeyê li pêşberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê tên kirin de nivîskar Benlîsoy got, "pirsa 'di rewşeke ku li vî welatî şer heye de, çima mirov bêdeng in' a di hişê her kesî de ye, şaş e" û ev nirxandin kir:

"Beriya her tiştî divê em qebûl bikin ku ev şer 'ne li vî welatî', li welatekî din, bi gotineke din a teknîkî li 'koloniya' me diqewime. Bi pejirandina vê rewşê de mirov dikarin qelsiya nerazîbûna li hemberî şer fêm bikin. Bi vê têgihiştinê re nîqaş dikare li ser guhertina rewşê bê kirin. Yanî mîna şerê li Îrlanda û Cezayîrê, şerê li Kurdistanê jî mîna şerê li heman welatî, 'şerekî navxweyî' nîne. Nerazîbûna civaka Îngilîz li hemberî şerê li Îrlandayê, nerazîbûna civaka Fransayê li hemberî şerê li Cezayîrê yan jî nerazîbûna civaka Îsraîlê li hemberî şerê li Fîlîstînê gelek caran qels maye. Rûdana nerazîbûnê bi demê re pêk hatiye. Yanî sedema bêdengiya heyî bêwijdaniyeke ji rêzê nîne. Sedema wê rewşa rizandî ya têkiliya asîmetrîk û hiyerarşîk a navbera mêtîngehkar û mêtînger de ye."

Nivîskar Fotî Benlîsoy da xuyakirin, ku şerên Tirkiye li 'hundir' û 'derve' dimeşîne di zikhev de ne û destnîşan kir, ku polîtîkaya şer a li Sûriyeyê dewama polîtîkaya şerê li nava welêt, şerê li bajarên Kurdan jî dewama polîtîkaya li Sûriyeyê ye.

Benlîsoy got, "Di çapemeniya derve bi xwe de jî şîroveyên; 'Pirsgirêka Tirkiyeyê ya bi Kurdên xwe re, dikeve rewşeke ku sîstema navneteweyî nearama dike' tê kirin û ev mijar gelekî tê nirxandin."

GIRÎNGIYA AFIRANDINA TEVGERA DIJBERIYA ŞER A YEKBÛYÎ

Benlîsoy ragihand, deng û nerazîbûnên li hemberî şer zêde dibe û got, "Lê belê divê ev mayînde bibe. Bi demê re ev yek wê veguhere tevgereke mîna pêleke nerazîbûnan. Kengî tevgereke dijberiya şer a yekbûyî hat afirandin, hingî wê desthilatdarî fêm bike ku tercîhkirina şer di warê siyasî de xwedî 'maliyeteke giran' e. Lewma li rojavayê welêt karê herî biçûk ê li dijî şer, xwepêşandaneke herî qels, nivîsek li ser dîwaran an jî belavkirina belavokan jî ji bo siberojê girîng e."