Bedriye Kûş a HDP’yî, bi karta sor serokê AKP’yî protesto kir
Bedriya Kûş di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin de axivî û têkildarî destgîrkirina 5 endamên Meclîsê, karta sor nîşanî Şaredarê AKP’yî Mûstafa Gultak da.
Bedriya Kûş di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin de axivî û têkildarî destgîrkirina 5 endamên Meclîsê, karta sor nîşanî Şaredarê AKP’yî Mûstafa Gultak da.
Di 28’ê Tîrmehê de 5 endamên Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Akdenîzê hatibûn destgîrkirin û piştre hatin berdan. Di meclîsê de wêneyên li ser “Kelepçeya Demokrasiyê” û “kelepçeya rantê” hatî nivîsandin û dema ku endamên meclîsê bi kelepçekirinê birin edliyeyê nîşan dide, hatin vekirin.
Di axaftina vekirinê ya civînê de, Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrsînê yê CHP’yî Vahap Seçer, ji endamên meclîsê yên ku hatin destgîrkirin û piştre hatin berdan re, derbasbûn xwest. Seçer destnîşan kir ku destgîrkirina endamên meclîsê, di biryarên rêveçûna kar a meclîsê de seqetbûnê çêdike û wiha got: “Mêrsîn bajarê aramî, aşitî û yekîtiyê ye. Divê em derfet nedin hewldanên xirakirina vê taybetiyê. Xwedî derketina li vê nirx û demokrasiyê berpirsyartiya hevpar a me hemûyan.”
‘AGAHIYA GULTAK JI DESTGÎRKIRINAN HEBÛN’
Piştre Endama Meclîsa HDP’yî Bedriye Kûş diyar kir ku ti sûcek di holê de nebû, senaryoyek a hatî çêkirin bû. Kûş da zanîn ku Şaredar Mûstafa Gultak agahiya wî ji her tiştî hebû û wî organîze kiribû, ji ber vê yekê ji hevdîtinê direve û got: “Piştre jî wekî ku ji şewatê mal bê revandin, civîna awarte roja piştre di heman demê de hat taloqkirin. Piştre jî têkildarê rantê biryar hatin girtin. Mûxalefetê diyar kiribû ku ev civîn ne rewa ye û tevlî civînê nebûn, her wiha nexwestin ku di bin siya vê şerma mezin de bisekinin.”
PROTESTOYA BI KARTA SOR
Kûş bi bîr xist ku Şaredarê AKP’yî Mûstafa Gultak, di rûniştina meclîsê ya 4’ê Tîrmehê de tevî ku di qanûnan de ne cihê vê yekê bû, xwestibû ku bi awayê “PKK rêxistina terorê ye, yan ne” deng bên bikaranîn û wiha got: “Tevî ku 20 endamên meclîsa şaredariyê heman tişt kiribin, yan jî nekirin tenê 5 endamên meclîsa HDP’yî hatibûn destgîrkirin. Ev ji wan kesên ku ev tişt kirine re bang dikim. Dema ku we ev yek pêk anî, we şerm nekir?”
Kûş di dewama axaftina xwe de qerta sor ya di destê xwe de rakir û wiha got: “Ez qerta sor ji Şaredarê Akdenîzê Mûstafa Gultak re nîşa dikim.”