AvEG-Kon'ê çalakiya li Strasboûrgê bi awayekî girseyî ziyaret kir
AvEG-Konê, konê ev 13 roj in li Strasboûrgê hatiye vedan bi awayekî girseyî ziyaret kir û destek da çalakgeran.
AvEG-Konê, konê ev 13 roj in li Strasboûrgê hatiye vedan bi awayekî girseyî ziyaret kir û destek da çalakgeran.
Endamên AvEG-Konê yên ji Swîsre û Elmanyayê hatin, tevî al û dirûşmên xwe ber bi qada kon lê hatiye vedan ve meşiyan.
Li ser navê AvEG-Konê endamê Desteya Rêveber Savaş Demîr di dema serdanê de axivî û anî ziman, ku ev çalakiyên bi rûmet û watedar hêzê didin wan, lewma ew jî piştgiriyê didin.
Demîr diyar kir, dîroka dewleta Tirk dîroka komkujiyan e û bi bîrxistina komkujiyên Agirî, Zîlan, Dêrsim û Mereşê re anî ziman, medyayê her tim li cem qetlîamkeran cih girtiye.
'EM Ê LI HER QADÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'
Demîr da zanîn, ji komkujiya Geliyê Zîlan û vir ve tiştek neguheriye, ya bi tenê hatiye xurtin, têkoşîna yekbûyî ya gelan e û destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin.
Piştre namzeta Partiya Çep a parlamenteriyê Hazal Ragip Çelîk a ji aliyê AGÎF'ê ve tê destekkirin axivî. Çelîk piştgiriya xwe ji bo çalakiyê bilêv kir û işaret bi pêwîstiya mezinkirina têkoşînê kir.
Hevseroka AGÎF'ê Zeynep Kaçmaz jî di axaftina xwe de Mehmet Tûnç bibîr anî.