ATÎK’ê pişgirî da çalakiya Strasboûrgê
Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropa (ATÎK), piştgirî da çalakiya Kurdistaniyan a li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê.
Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropa (ATÎK), piştgirî da çalakiya Kurdistaniyan a li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê.
Endamên ATÎK’ê, îro ji bo piştgirî bidin çalakiya berxwedanê ya li pêşiya avahiya KE ya ku ji bo piştgiriya berxwedana xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê û her wiha DMME, KE û CPT li berpirsyariyên xwe xwedî derkeve, ziyaret kir. Endamên ATÎK’ê yên ku meş li dar xistin bang kirin ku li hember qetlîamên li Kurdistanê bêdeng nemînin û li ser vî bingehî banga beşdarbûna tevahî çalakiyên li seranserî Ewropayê bên lidarxistin kir.
Çalakiya ATÎK- YDG’yê ji aliyê çalakvanên Strasboûrgê ve rastî eleqeyeke pir mezin hat, diyar kir ku ji bo piştgirîdayîna berxwedana Kurdistanê hatine.
Çalavanan anî ziman ku ji bo piştgirîdayîna şoreşa Rojava di nava hewldanan de ne.