Atalan li Meclîsê qala polîtîkayên AKP’ê yên li dijî Êzîdiyan kir

Parlamenterê HDP’ê Alî Atalan polîtîkayên dijminane yên AKP’ê yên li dijî Êzîdiyan destnîşan kir û got, nehiştine ku ew Cejna Êzî ya Êzîdiyan pîroz bike.

Parlamenterê HDP’ê Alî Atalan li Meclîsê di hevdîtinên bûdçeyê de axivî. Atalan di axaftina xwe de bal kişande ser polîkayên qeyûmê yên li dijî Êzîdiyan û li ser biryara hilweşandina mala sersaxiyê ya Êzîdîyan helwest nîşan da. Atalan her wiha diyar kir ku nehiştine ku ew Cejna Êzî pîroz bike.

Atalan got li gundê Êzîdiyan Efşê yê bi ser Nisêbînê ve qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Nisêbînê biryar daye ku mala sersaxiyê ya ku Êzîdiyan bi derfetên xwe çêkirine hilweşîne û ceza dide.

QEYÛM MALA SERSEXIYÊ YA ÊZÎDIYAN HILDIWEŞÎNE

Atalan got, ‘’Ji bo ku mirovên li Ewropayê li gundên xwe venegerin gund weke qada sît radigihînin û piştre jî biryara hilweşandin û cezayê distînin. Lê beriya ku mala sersaxiyê were çêkirin bi qeymeqam û saziyên têkildar re axivîne, hatiye pejirandin û wiha mala sersaxiyê hatiye çêkirin. Lê hêzên ne meşrû dikevine dewrê û biryara hilweşandinê distînin. Ev hiqûqeke çawa ye, wijdan û exlaqekekî çawa ye? Ez bi xwe ti maneyê nadim vê, ê ku maneyekê didine fermo bila bibêjin. Ev têkiliyên qirêjî mafyayî divê di cih de werin deşîfrekirin û di cih de mudaheleye hewce were kirin.

‘MIN NEKARÎ BIÇIM AFADÊ’

Atalan bi domdarî dîsa bal kişande ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî baweriyên cihê, Êzîdiyan û got, ‘’Cejna Êzî ku yek ji cejna Êzîdiyan e Îna bihurî bû. Ji bo vê min xwest seriyekî bidim Êzîdiyên li kampa AFAD’ê ya li Midyadê. Lê mixabin li gel hemû hewldanên min, min nekarî bikevim kampê, min nekarî cejna mirovan pîroz bikim. Ên bawermend û ne bawermend cejnan pîroz dibin, her kes hurmetê ji vê re digire. Bi rastî jî min fêhm nekir, çawa li kampa AFAD’ê ku Êzîdî lê dimînin em li qeymeqam digerin, li Seroktiya AFAD’ê digerin, em li walî digerin, em diçine heta ber deriyê kampê lê nikarin bikevin kampê. Ez bi parlamenteriya xwe, ku parlamenterekî Êzîdî me, nikarim cejna mirovan pîroz bikim.’’