Alaattîn Tûglûk: Êdî bes e, bila xwişka min bê berdan!

Alaattîn Tûglûk kekê siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku bi nexweşiya demansê ye, xwest ku xwişka wê tavilê bê berdan.

Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku bi nexweşiya demansê ye, tevî ku ji doza kûmpasê ya Kobanê biryara berdana wê hatiye dayin jî ji ber dosyayeke cuda nayê berdan. Ev yek jî bûye cihê nerazîbûneke mezin. Ji bo berdana Tûglûk li ser medya dîjîtal kampanya hatin destpêkirin. Kekê wê Alaattîn Tûglûk li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê serdana Tûglûk kir û ji vê bêedaletiya bi rêk û pêk re got, "Êdî bes e."

Tûglûk bi gotina "refleksên wê gelekî hêdî bûne" bal kişand ser asta krîtîk a tenduristiya xwişka wî û li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

'REWŞA WÊ DI HER KÊLIYÊ DE GIRANTIR DIBE'

Tûglûk diyar kir ku li pêşiya tedawiya xwişka wê divê êdî astengî nemîne û anî ziman ku di serdana dawî de bi çavan dît ku refleksên wê gelekî hêdî bûne, nikare normal biaxive. Tûglûk ragihand ku di her kêliya li girtîgehê de rewşa tenduristiyê ya xwişka wî girantir dibe û got, "Êdî bes e, bila xwişka min berdin ku em karibin tedawî bikin. Ji xwe demeke dirêj e girtî ye."

'MAFÊ TENDURISTIYÊ DIVÊ JI BO HER KESÎ WEKHEV BE'

Tûglûk bi bîr xist ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo Serokê 2'emîn a Fermandariya Giştî yê berê Çevîk Bîr ê ji ber Doza 28'ê Sibatê hatibû girtin û bi nexweşiya demansê bû rapora 'Nabe ku bi tena serê xwe girtî bimîne' da, lê belê ji bo Tûglûk a bi heman nexweşiyê ye raporeke berevajî da. Tûglûk diyar kir ku piştî ev teşhîs hate kirin, nexweş kî dibe bila bibe divê bê dermankirin, lewma berdana Çevîk Bîr ji ber nexweşiyê tiştekî baş e, lê belê heman nêzîkatî divê ji bo nexweşên bi heman nexweşiyê jî bê bicihanîn.

Tûglûk got, "Çi dibe bila bibe, kî çi dike bila bike, divê mafê tenduristiyê ji bo her kesî wekhev be. Em dixwazin heman nêzîkatî ji bo me jî bê nîşandan. Divê cotstandartî nebe. Bêguman min jî dixwest ku raporên doktorên ATK'ê têkildarî Aysel Tûglûk dane rast bin û xwişka min bi tenduristiyeke baş be. Lê mixabin rastî ne bi vî rengî ye."

Tûglûk diyar kir ku ji bo taloqkirina cezayê ku xwişka wî lê hatiye mehkûmkirin, parêzer di nava hewldanan de ne û xwest, mafê tedawiyê yê xwişka wî hîn bêhtir neyê astengkirin û tavilê bê berdan.