AKP û DAIŞ li Swêdê hatin şermezarkirin

Zêdeyî sed Kurdistaniyên li navçeya Sala ya Swêdê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên "Bijî Kurdistan", "Terorîst Tirkiye" û "Kujer Erdogan" meşiyan.

Zêdeyî sed Kurdistaniyên li navçeya Sala ya Swêdê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên "Bijî Kurdistan", "Terorîst Tirkiye" û "Kujer Erdogan" meşiyan.

Di çalakiyê de alên YPG/YPJ'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Li ser navê Partiya Çep Johanna Rîtvasdotter peyivî û bal kişand ser girîngiya destekkirina gelê Kurd ê rastî êrîşên giran tê. Rîtvasdotter diyar kir, weke Partiya Çep ew ê desteka xwe ya ji bo gelê Kurd bidomîne.

LI STOCKHOLMÊ WÊ ÎRO ÇALAKIYA PROTESTOYÎ BÊ LIDARXISTIN

Komîteya PJAK'ê ya Stockholmê, bi armanca şermerzarkirina êrîşên AKP û dewleta Tirk ên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê û ji bo destekkirina gelê Bakur, îro li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyekê pêk tîne.

Ji bo çalakiya saet di 13:00 a li meydana Norrmalmstorgê de tê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.