AKP’ê bi êrîşan bersiva ji sedî 22 dengên wergirt da

Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Nûrsel Aydogan û Ziya Pîr, diyar kirin ku ev pêkanîna hema piştî hilbijartinan pêk hat israra AKP’ê ya di konsepta şer de nîşan dide.

Piştî hilbijartinên ku AKP bi tena xwe bû desthilatdar, êrîşî Ameda ku ji sedî 22 deng wergirt kir. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Nursel Aydogan û Ziya Pîr ên ev êrîş ji ANF’ê re nirxandin diyar kirin ku ev pêkanîna hema piştî hilbijartinan pêk hat israra AKP’ê ya di konsepta şer de nîşan dide. Aydogan û Pîr anîn ziman ku AKP bi êrîşan bersiv daye ji sedî 22 dengên ku danê.

MUSLIM TAYAR BÊYÎ REWŞA AWARTE BÊ ÎLANKIRIN HAT QETILKIRIN

Yekemîn karê AKP’a ji hilbijartinan wek partiya desthilatdar derket êrîşa li hember Kurdistanê bû. Bi hinceta girtina xendekan li taxên Tekel, Mescît û Konak ên Farqîna Amedê ku cara 6. qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, ciwanê bi navê Muslum Tayar ê 22 salî dema diçû mala xwe hat qetilkirin.  Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Nursel Aydogan û Ziya Pîr, diyar kirin ku beyî qedexeya kolanan bê îlankirin li Taxa Ferîdûn a ne di nav qedexeya derketina kolanan de ye, Muslum Tayar dema diçû malê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.

Aydogan got ku êrîşên AKP’ê hema piştî hilbijartinan ji bo wan ne surprîz bû û got: “Jixwe em helwesta wan a li hember xwerêveberiyan dizanin. Me texmîn dikir ku wê di vê nezîkatiya wan de guhertin çênebin. “

GEL JI BO BERXWEDANÊ BI BIRYAR E

Aydogan diyar kir ku di pişt dengê AKP’ê yê li Amedê ev zemînê nîqaşê ya nehatiye avakirin heye, destnîşan kir ku dema ji mirovên dengê xwe dane AKP’ê tê pirsîn ku we ji bo çi dengê xwe daye AKP’ê bersiva didin, “Ji bo atmosferek asayî pêk were û konsepta şer bi dawî bibe” ye. Ragihand ku ev bendewariya mirovan duh bi qetilkirina Muslum Tayar a ji aliyê polîsan ve vala derketiye. Aydogan bal kişand ku AKP’e hê di polîtîkayên şîdetê, terora dewletê de bi israr e. Aydogan destnîşan kir ku gelê Kurd jî li hember vê polîtîkaya şer di berxwedanê de bi biryar e. Aydogan bi bîr xist ku niha Farqîn ji aliyê wesayîtên zirxî û tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin, hişyar kir ku ev polîtîkayên pelçiqandin, zextê çawa duh bikar nehatibe îro jî wê têk biçe.

DILÊŞIYA KESÊN DENGÊ XWE DANE AKP’Ê

Ziya Pîr jî ku xwe amade dike biçe Farqînê û tevlî merasîma cenazeya Muslum Tayar bibe, got ku êrîşkirina AKP’ê ya piştî hilbijartinan li hember Kurdistanê diyar bû lê nikaribûn gel bi vê bidin bawerkirin. Pîr wiha axivî: “Tevî hişyariyên me jî, bi taybet mirovên 7’ê Hezîranê dengê xwe dabûn HDP’ê û 1’ê Mijdarê de berê xwe dan AKP’ê digotin, “Eger em dengê xwe bidin, wê AKP’e dest ji me berde.” Me jî ji wan mirovan re digot wê şer şîdeta xwe zêdetir bike. Niha jî dilêşiya vê dijîn.” Pîr bal kişand ku AKP’e bi dengê girtiye ve dixwaze pêkanînên xwe rewa bike, destnîşan kir ku ji sedî 14’an derketin 22’an, niha fikrên wan ew e ku Amed piştevaniya siyaseta wan dike. Pîr ragihand ku duh êvarî dema ciwanê bi navê Muslum Tayar diçû malê ji aliyê polîsan ve bi 5 guleyan hat qetilkirin û vê sibê jî qedexeya kolanan destpê kir, ev jî diyar dike ku AKP’e di konsepta xwe ya şer de bi israr e. Pîr wiha axivî: “Ev neçîrvanên seriyan wê neçîrvantiya xwe bidomînin.”

DI MASEYA KU HDP Û PKK TÊ DE CIHÊ NEGIRE ÇARESERÎ NE GENGAZ E

Pîr der barê pêvajoya çareseriyê jî hin nirxandin kir, destnîşan kir ku dema AKP’ê da xuyakirin ku di pêvajoya çareseriyê de HDP û PKK’e nabe muxatab, ev tê wateya pêvajoyek wiha jî tineye. Pîr ev pirs kir: “Bê HDP, PKK’e wê çi çareser bikin?” Pîr bi bîr xist ku maseyek HDP û PKK’e tê de cih negire pêvajoyek çareseriyê ne gengaz e. Pîr wiha axivî: “Li aliyekî maseya dewlet heye, li aliyê din jî Rêbertî, PKK û HDP’e heye. Eger ti ji her sê aliyan yekî tine bihesibîne, wê demê tê çi biaxivî? Tenê ti dikarî rûnê û çayê vexwî.”

BILA ÊDÎ GELÊ KURD HIŞYAR BIBE

Pîr axaftinên Omer Çelîk ên çareseriyê bi ewlehiyê pênase dike jî nirxand û diyar kir ku ev jî bê çaretiya AKP’ê nîşan dide. Pîr wiha axivî: “Di pişt van axaftinên Çelîk de peyama, “Me xwest em vê pirsgirêkê bi şîdetê ve çareser bikin lê nebû” heye. Li vir ji xwe ev banga rizgariyê li HDP’ê dike.” Pîr herî dawî bang li hilbijêrên Kurd ên dengê xwe dane AKP kir: “Zîhniyeta TC dibêje ku Tirk û Kurd bira ne. Lê bêşa duyemîn a vê hevokê ti carî TC pênase nekiriye. Bêşa duyemîn a vê hevokê ev e, “Ez Tirk birayê mezin im, ti Kurd birayê biçûk î.” Ango gotiye, “Ez wek Tirkekî her tim dikarim topyekûn ceza bikim.” Ev cewhera vê hevokê ye. Ji ber vê jî êdî divê gelê Kurd hişyar bibe. Bila îlan bike ku beşa duyemîn a vê hevokê napejirîne.”

...