Ahmet Kiliç li Metzê hate bîranîn

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Kiliç (Mûrat) ku meha Mijdarê ji ber bomberdûmana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da, li bajarê Metz ê Fransayê hate bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Metzê ve hate organîzekirin û Ahmet Kiliç û şoreşgerên pê re şehîd bûn hatin bîranîn.

Zêdeyî sed Kurdistaniyên ji herêmên Metz, Saînt Avold û Lorraînê beşdarî civînê bûn. Meleyê Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî ya Saînt Avoldê Melle Qasim Ûlûsoy li merasîmê axivî û di şexsê Kiliç de hemû şoreşgerên têkoşîna azadiyê bi bîr anî. Mele Qasim ji gelê Kurd xwest bes bi lîstinên ku hezar sal in tên lîstin bixape.

Mele Qasim piştre ji bo Kiliç û cangoriyên têkoşîna azadiyê dua xwend.

Di civîna bîranînê de bi navê malbata Ahmet Kiliç û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaftin ahte kirin. Qisekeran dilsoziya xwe ya bi têkoşîna şehîdan re nîşan dan.

Di bîranînê de ji bo meşa sibe ya li Parîsê jî banga tevlîbûnê hate kirin.