Êşkenceyê li girtiyê bi birîna giran kirin

Gurbuz Topçû ku meha Tebaxê li çiyayê Nûrheqê bi birîneke giran dîl hate girtin, tevî ku nehate dermankirin, êşkence lê hate kirin.

Nivîskarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Huseyîn Akyol, êşkenceya li girtî Gurbuz Topçû yê bi birîna giran hate kirin, kir mijara gotara xwe ya îro.

Akyol ev agahî da:

"Nav Gurbuz Topçû. 28'ê Tebaxa 2017'an li çiyayê Nûrheqê bi birîneke giran hate girtin. Ji ber ku fîşek li çavê wî yê çepê ket, çavê wî yê çepê rijiya ye. Ev rewş bandorê li çavê rastê jî dike. Ji ber ku fîşek û parçe li aliyê çepê yê milê wî ket, hestiyên wî parçe bûne û nikare milê xwe bilivîne. Rewşa lingê wî yê çepê jî bi heman rengî ye.

Heft rojan di komayê de ma. Nayê bîra wî ku di 20 rojên destpêkê de çi bi serê wî ve hatiye. Tevî vê birîna xwe jî di roja 40. de lêpirsîna wî hate kirin. Tevî ku nekarî hiş û bedena xwe hîs bike, kirin ku îmzeyê biavêje binê hin kaxizan. Nizane ku dema çavên wî nedidît û hişê wî ne li serî bû, îmzeya xwe daniye binê çi.

Di dema lêpirsînê de parêzer li cem wî tine bû. Di demekê de ku nedikarî bimeşe, ew derxistin pêşberî dozgerî û dadgehê. Li dadgehê parêzerek dît, lê nizane bê kî ye. Ev sê meh in li hucreya yek kesî tê hiştin û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Pêwîstî bi parêzerekî heye ku karibe doza wî bişopîne. Ya herî girîng jî dixwaze li cem hin kesan bimîne ku karibin alîkariyê bidin wî ji bo karibe bijî. Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1. a Xarpêtê, hin kesan serlêdan kirin ji bo biçin cem wî. Lê belê ev serlêdan nayên qebûlkirin."