Êrîşkarê bi çekê êrîş biribû ser HDP'ê hat berdan
Muhammed Eren Sutçu yê bi çekê êrîş biribû ser Rêxistina HDP'ê ya Bahçelîevlerê û 2 kes birîndar kiribûn hatibû girtin, hat berdan.
Muhammed Eren Sutçu yê bi çekê êrîş biribû ser Rêxistina HDP'ê ya Bahçelîevlerê û 2 kes birîndar kiribûn hatibû girtin, hat berdan.
Muhammed Eren Sutçu ku bi çekê êrîş biribû ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevler a Stenbolê û paşê bi sûcê "gefa bi çekê", "heqaret" û birîndarkirina bi çekê" hatibû girtin, hat berdan.
Rûniştina ewil a dozê di 7'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 7'an a Bakirkoyê hatibû dîtin. Dadgehê ji ber tiştên Sutçu bi wan tê tawanbarkirin biryar dabû ku dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran re bê şandin. Piştî vê dosye ji Daîreya Ceza ya 13'an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê re hatibû şandin.
Daîreyê biryar dabû ku divê Dadgeha Cezayê Giran li dosyeyê mêze bike. Dadgeha Cezayê Giran a 18'an a Bakirkoyê ku dosye jê re hat şandin, dema girtinê ya Sutcu esas girt û biryara berdanê da. Her wiha dadgehê cezayê hepsa malê yê Sutçu jî betal kirin û danişînê taloqî 7'ê Kanûnê kir.