Êrîşên hevdem ên li ser Elewiyan ne tesaduf e
Ji Maseya Elewiyan a HDP’ê Sevgî Kişin Sazan diyar kir ku êrîşên li ser sazî û îbadetxaneyên Elewiyan ne tesadufe û divê cidî bêne dîtin.
Ji Maseya Elewiyan a HDP’ê Sevgî Kişin Sazan diyar kir ku êrîşên li ser sazî û îbadetxaneyên Elewiyan ne tesadufe û divê cidî bêne dîtin.
Ji Maseya Elewiyan a HDP’ê Sevgî Kişin Sazan da zanîn ku êrîşên hevdem ên 30’ê Tirmehê ên li Enqereyê li ser Cemaxaneya Fatma Ana, Cemxaneya Şahê Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Elewiyên Bektaşî yên Tirkmen pêk hatin, ne tesaduf in.
Endama Maseya Elewî ya Komîsyona Gel û Baweriyan ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevgî Kişin Sazan, têkîldarî êrîşên hevdem ên li dijî saziyên Elewiyan ji ANF’ê re axivî.
Sazan anî ziman ku êrîşên hevdem ku roja ewil a Muharremê pêk hatin, peyamek girîng di nava xwe dihewîne û got: “Me zanîbû ku ev êrîşê weke ku ji aliyê kesekî ku di derûnî de ne temam e, were nîşan kirin. Dema me agahiya êrîşê stend em çûn cemxaneya Fatma Ana, tişta ku bala me kişand ew bû ku bi kevirên mermer derî şkandibûn lê li derdora cemxaneyê kevirên mermer tine bûn. Ev yek jî nîşan dide ku bi amadekarî hatibûn vê derê. Di roja ewil a Muhharemê de plansaziya me hebû, me muhebet kiriba, lê ji ber ku Pîrê me nexweş bû me taloq kir. Ji ber vê yekê îhtîmalek mezin ew ê provakasyon kiriban. Kevirên ku hatibûn avêtin, ne kevirên biçûk bûn, eger li yekî ketibûya vê zirarên mezin gihiştiba wî kesî."
Sazan destnîşan kir ku kesên hatine girtin navên Bawer û Can li xwe kirine û wiha got: “Bi karanîna van navan hewl didin vê êrîşê bi rêxistinên çepgir ve girê bidin. Rêxistinek çepgir, çima êrîşê cemxaneyê bike. Tirkiye di qeyranekê mezin re derbas dibe; weke qeyrana aborî, siyasî, pêvajoya hilbijartinê û hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn. Yên ku li ser vê rewşê hesabên wan heye, li ser Elewiyan dilizîn."
Sazan diyar kir ku Elewî di dîroka xwe de her tim bi qetliam û bişavtinê re rûbirû mane û wiha dewam kir: “Di dema Osmaniyan de Elewî bi şûr hatin qetilkirin ku em jê re dibêjin qetliama sor. Di dema komarê de jî ev yek zêdetir bû. Xweparastina me, yekîtî ye. Em ti carî parastina xwe li ser esasê tundiyê pêk naynin. Em di aliyê aborî de zehmetî dikşînîn, lê piştî êrîşên li ser cemxaneyan hîn kes hatin ji bo endamtiyê û piştgirî dan. Ev yek me li ser piyan dihêle. Girseya Elewiyan ne girseyek biçûk e. Di dîrokê de gelek zilm ditîne lê dev ji baweriya xwe bernedane, ev yek nîşaneya berxwedanê ye."