Çîrokeke koçberiyê ya li ber bê ket: Rizgar

Kenê wî yê pak ê ji xemgîniyê daweribî... Welê sade ye... Nûçeyan dinivîsîne... Gelekî bi kelecan e... Enerjiya wî gelekî pozîtîf e... Mîna hechecokê bi endîşe ye... Bi lez û bez e... Mîna ku di emrê penpenîkê de dijî...

Kenê wî yê pak ê ji xemgîniyê daweribî... Welê sade ye... Nûçeyan dinivîsîne... Gelekî bi kelecan e... Enerjiya wî gelekî pozîtîf e... Mîna hechecokê bi endîşe ye... Bi lez û bez e... Mîna ku di emrê penpenîkê de dijî... Û haya xwe jî ji vê heye... Ne bi kêliyê re, mîna ku bi salîseyê re di nava pêşbirkê de ye...Bi porê xwe yê gur, sekin lê nabe, her dilîze.. Bi coşa fediyokî... Eşkere ye ku bi êş û xema erdnîgariya xwe rabûye. Ji ber ku jiyana wî bi xwe dîrok e... Ewçend serbilind û bi rûmet e, eger jê bê pirsîn wê bêje 'dixwazim bi heman êş û xemê, li heman erdnîgariyê bijîm'...

EM LI ÇILMÊRA'YÊ HEV NAS DIKIN...

Nûjiyan Erhan a xoşewîst me bi hev dide naskirin... Nûjiyana ku bi kenê xwe stranên azadiyê ji giyana me re digot... Rizgar jî dikene. Nûjiyan jî dikene... Nûjiyan dibêje 'Rizgar Gonzalesê me yê lezgîn e'. Piştre dibêje 'Na na, lezgînê me Rizgar e. Rizgar Denîz... Gonzales kî li ber wî!' Em jî dibêjin 'Welle me zû hev naskir, mîna bê'.
Di bin ezmanekî sor de em li nepenîtiya Çilmêrayê hev nas dikin. Em jê dipirsin, 'Gelo tu bi nepenîtiya Çilmêra ya Şengalê dizane?' Dibêje 'Pê niznaim, lê belê xwe weke yekî ji vir dibînim'... Bi nêrîneke kûr berê xwe dide Çilmêra...

Li Mexmûrê mezin bûbû... Ji Etrûşê derbas bûye. Nekariye li Nînovayê bêhnê vede... Weke ku jiyana wî di çîrokeke koçberiyê de maye... Zarokên asî yên Botanê ne ku mîna destanekê qala wan tê kirin... Zarokekî Botanê ku hilma wî li çiyê ye, nefsa xwe diyarî azadiyê kiriye... Ji bo wê nasnameya xwe ya esîl ji dest nede, li ber xwe daye...

Zû bi çarenûsa erdnîgariya xwe hesiya bû... Li ser rêyên koçberiyê zû bêkesî nas kiribû. Ji ber vê yekê dizanîbû ku hebûna xwe çawa biparêze. Li Mexmûrê lîstika bi dûpişkan jî lîstibû. Di nava bêhna gazê de ku bûbû parçeyek ji jiyana wan, di şevên sar û seqemê yên bê elektrîk de tevlî lîstikên siyê jî bûbû. Weke zarokekî ku firingî tehm nekiribû mezin bû. Ewladekî asî û esîl ê gelekî ku ji çiyê sirgûnî çolê hate kirin bû. Haya xwe ji vê hebû; bi lez û bez ber bi hebûna xwe ve diçû... Ji ber vê yekê çîrokeke koçberiyê li ku hebûya, wî berê xwe dida wê derê... Şengal, Dêra Zor...

TI TIŞT RASTHATIN NÎNE

Em jê re qala çîroka Çilmêra dikin... Jê re dibêjin ku gotina 'çil' nîşaneya jidayikbûnê ye. Çilagir, çilxane, çilkezî, çilkeçik, çilmêra, çileyê havînê, çileyê zivistanê, şeva çileyê... Bi kelecanî dibe... Pirsên xwe didomîne. Em jî jê re dibêjin, 'Vaye Çilmêra qubeyeke pîroz e û qala çil mêrên li bendê ye tê kirin. Lê ev çil mêr kî ne? Dema em vê dipirse, bersiva ku me girt nîşan dide ku hêjayî ji nû ve şîrovekirinê ye'. Em jê re dibêje, 'Gelo rasthatine ku navê Hallaci Mansûr, Salmani Pak, Suhreverdî jî di nav de navê çil mêrên berxwedêr di nav de hene'. Bi meraq dibêje 'xuya ye rasthatin nîne'. Em bi hev re pê dihesin ku rasthatin zimanê jiyanê ye. Nûjiyan mîna her carê ji dil dikene, dibêje 'Di Jineolojiyê de her tişt veguhere wateyeke cuda, gelekî kelecanî ye'. Rizgar jî dikene û dibêje 'Min gelekî dixwest pirtûka we ya Destpêka Jineolojiyê bixwînim, lê bi destê min neket'. Em yekê li wir diyarî wî dikin. Em jê re dibêjin ku li benda nirxandin, pêşniyar û rexneyên wî ne.

DIBE KU STÊRKEK LI EZMANAN LI ME TEMAŞE DIKE DENÎZ E...

Û sohbeta me dewam dike, xweş dibe. Çavên wan dikene... Vê carê bi baldarî dixwaze kokên ku xwe jê dibîne hîn bibe... Pirsan li ser hev dike, sohbet xweş dibe... Em di demeke welê de ne ku stêrk hêdî hêdî li ezmanê sor dibiriqînin. Dibêje 'Mirov xwe li vê derê gelekî nêzî stêrkan dibîne'... Em qala Leyla û Mecnûn dikin. Qala çîroka şev û rojê dikin... Qala Pîre Awra dikin ku bîra avê ya Leyla û şikefta Mecnûn çawa li hev dinerin... Her tişt hê bi wate dibe... Kenê Nûjiyan, kelecana Rizgar û bîranîna Denîz me dixemilîne. Em dibêjin 'zanistî şîrovekirina wateyê ye'... Em bi hev dikenin û dibêjin, 'vê carê em wateyê bibînin û şîrove bikin'. Dibêje 'wateya ku hûn didinê, jiyanê kêfxweş dike. Gelekî bedew e'... Dibêje 'Dibe ku Denîz niha stêrkeke û li ezmanan li me temaşe dike...' Her tişt pêkan e... bêhempa ye...

Piştî çend rojan got ku wî pirtûk xwendiye. Pêşniyarên xwe kir. Destnîşan kir ku teqez divê jineolojî bigihêje mêran... Got, 'pêwîstiya mêran gelekî bi vê heye'. Got, 'Bi dîtina min divê mêr xwe di nava agahiya jinê de li xwe bigere. Bi vî rengî em dikarin bibin yê xwe'. Qala nakokiyan kir, bi kûrahî qalê kir...

Û 12'ê Cotmehê li Dêra Zorê tevî Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed bi giranî birîndar bû. Dilîşan li wir, Hogir 15'ê Cotmehê, Rizgar jî piştî berxwedana 70 rojan 18'ê Kanûnê tevlî karwanê şehîdan bûn. Çîroka Rizgar a bi koçberiyê dest pê kir, li Dêra Zorê bi çîroka koçberan re bû ye. Belê ti tişt rasthatin nîne...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA