Çalakgera rojiya mirinê: Me peywira xwe bi cîh anî, dor ya we ye...

Ardil Çeşme ya ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ya Kocaeliyê di rojiya mirinê de ye, diyar kir ku berxwedana wan berdewama çalakiya 14’ê Tîrmehê ye û got: “Ji ber xemserî û bersiv nedayîna AKP’ê me çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.”

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, rengê çalakiya xwe diguherînin û bi tevlêbûna 15 hevalên wan wê dest bi rojiya mirinê bikin. Piştî daxuyaniyê jî 15 girtî di 30’ê Nîsanê de ketin rojiya mirinê. Ji van girtiyan yek jî Ardil Çeşme ye. Çeşme di 1’ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû û di 30’ê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.

Ardil Çeşme ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ya Kocaeliyê tê girtin bi rêya telefonê ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya rojiya mirinê.

Çeşme anî ziman ku bi pêngava ‘Em ê tecrîdê bişikînin faşîzmê hilweşînin’ a berxwedanê bi çalakiya rojiya mirinê veguheriye astek nû. Çeşme got: "Berxwedana me berdewama berxwedana 14'ê Tîrmehê ye. Me gireva xwe ya birçîbûnê li dijî desthilata kor û ker vegerand rojiya mirinê." Çeşme  banga "Divê gelê me biherikin qadan û her qadê bike qada berxwedanê."

Dewama hevpeyvînê wê sibe bi temamî bê parvekirin.