70 wekîlên Iraqî: Divê li dij komkujiyên dewleta Tirk bê derketin

70 parlamenterên ji 12 partiyên cuda yên li Iraqê, komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin şermezar kirin û bang li hikûmeta Iraqê, hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kirin, ku helwestekê li dijî êrîşan nîşan bidin.

Li hemberî komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê, danezanek hevpar ji mora 70 parlamenterên Iraqî hat weşandin. Di danezanê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li hikûmeta Iraqê, hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kirin, ku helwestekê li dijî êrîşan nîşan bidin.

'JI BO DEWLETA TIRK ŞER BISEKINÎNE, ME XWEST ZEXT LÊ BÊ KIRIN'

Parlamenterê YNK'ê yê li Parlamenta Iraqê Ferhad Qadir der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û da zanîn, ku ne tenê parlamenterên Kurd parlamenterên Erebên Şîa û Sûnî jî mora xwe danîne binê danezanê. Qadir got, "Weke ku tê zanîn li Bakurê Kurdistanê bajarên Amed, Şirnex, Mêrdîn û navçeyên wan, li dijî Kurdan komkujî tên kirin, sivîl tên qetilkirin. Heta niha bi sedan mirovên sivîl qetil kirin. Her wiha ambargoya aborî jî dimeşînin. Xizmeta tenduristiyê tê astengkirin. Jiyana rojane ya mirovan teviziye. Ji ber vê yekê me ji rêveberî, ji hikûmeta Iraqê xwestin, ku ji bo bidawîkirina vî şerî zextê li dewleta Tirk bike."

DAXWAZ

Qadir daxwazên wan ji rêveberiya Iraqê kirin, bi vî rengî vegot:

"Ya yekemîn; me ji îdareya Iraqê xwest ku zextê li dewleta Tirk bike ji bo şer bisekinîne û li maseya diyalogê vegere. Ya duyemîn; me xwest komîteyek were avakirin û îdîayên ku dibêjin dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê çeka kîmyewî bi kar aniye, lêkolîn bike. Ya sêyemîn; me xwest hemû leşkerên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê ne bên vekişandin. Ya çaremîn; me xwest zext li dewleta Tirk were kirin, ku pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyê çareser bike."

Ferhad Qadir di dewama axaftina xwe de got, "Me ev danezana xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirin û jê xwestin, xebateke hîn çalak bimeşîne û zextê li dewleta Tirk bike. Xebatên me yên di vî warî de wê ji niha û pê ve jî li platformên neteweyî û navneteweyî bidome."

Di vê navberê de hat hînbûn, ku ji partiyên Kurd ên li parlamenta Iraqê, bi tenê tevgera Goran bi awayekî komî mora xwe daniye binê danezanê, parlamenterên partiyên din ên Kurd bi awayekî şexsî danezan îmze kirine.