3. Kongreya NCDK-Dusseldorfê hat lidarxistin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dusseldorfê (NCDK-Dusseldorf) 3. kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dusseldorfê (NCDK-Dusseldorf) 3. kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Kongre diyarî cangoriyên berxwedana xwerêveberiyê hat lidarxistin. Di kongreya li lokala NCDK de gelek kesên li Dusseldorf û derdora wê dijîn amade bûn.
Endamê Desteya Rêveber a KCD-E Îsmet Kem têkildarî rewşa dawî ya siyasî agahî da û destnîşan kir, ku pêvajoya ji holê rabûna parçebûna Kurdistanê ya ji ber peymanên Sykes-Picot û Lozanê destpê kiriye.
Kem da xuyakirin ku dema "Kurdên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê" êdî qediya ye û got, "Em gav bi gav ber bi siberojeke welê ve diçin, ku tevahiya cîhan êdî qebûl dikin em bi Elewî, Êzidî, Misilman, Rojavayî, Bakurî, Başûrî û Rojhilatî ve Kurdên azad ên Kurdistana azad in." Kem diyar kir, ti hêzên paşverû û mêtînger wê nikaribe pêşî li vê rastiyê bigire û destnîşan kir, ku nêzbûna vê pêvajoya serketin û azadiyê bi mezinkirina yekîtiya têkoşînê ya hêzên pêşverû ve girêdayî ye."
Piştre raporên karê salekî û maliyeyê yên NCDK û rapora Însiyatîfa Jinê ya Dusseldorfê hatin xwendin û nîqaşkirin. Di van nîqaşan de delegeyan, ji ber kêmasiyên xwe rexne kirin û rexnedayîna xwe dan. Di kongreyê de ji bo sala pêş biryarên girîng hatin stendin û meclîsa dema nû ya NCDK a Dusseldorfê hat hilbijartin. Tevî diyarkirina meclîsa ji 35 kesan, Mehtap Demîrkaya û Haydar Aslan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.