133 saziyan ji bo Aydenîzê bang kirin

Ji 133 saziyan bertek nîşanî hewldana rakirina destnedayîna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz dan û xwest ku di hilbijartina li Meclîsê de “dengê redkirinê” bê bikaranîn

Li dijî hewldana rakirina destnedayîna parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi pêşengtiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Rosayê, 113 saziyên rêxistinên civaka sivîl, komele, platform, nûnerên partiyên siyasî di 20’ê mehê de kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha di serî de Partiya Gel a Komarê (CHP) bang li gelek partiyên muxalîf hate kirin û hat gotin ku divê parlamenter xwedî li normên demokratîk derkevin, li peywira xwe rabin û di hilbijartina TBMM’ê de dengê redê bi kar bînin.

SAZIYÊN KU KAMPANYA ÎMZE KIRINE

Saziyên heta niha daxuyanî îmzekirine ev in: Platforma Jinan a Edeneyê, Meclîsa Jinan a Semsûrê, Tora Piştevaniyê ya Wekheviya Zayendî ya Civakî ya AG-DAT’ê, Akdam, Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Amedê, MEBYA-DER a Amedê, Platforma Jinan a Enqereyê, Komeleya Piştevaniyê ya Navenda Piştevaniya Jinê ya Antalyayê, Meclîsa Jinan a Antalyayê, Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê ya Arsîsayê, Parastina Bajar a Bakirkoyê, Jina Xemrî ya Bakirkoyê, Komeleya Muxalîfên Leşker ên Darbeyên Leşkerî, ADAM-DER, Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Bodrumê, Platforma Jinan a Bodrumê, Platforma Jinan a Bursayê, Komîsyona Xebatkarên Jin û Zayenda Civakî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, DAD, Platforma Jinan a Datçayê, Meclîsa Jinan a DBP’ê, Komeleya Jinan a Demîr Leblebî, Tevgera Jinan a Demokratîk, Platforma Jinan a Dêrsimê, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, Platforma Jinan a Dîkîliyê, Şaxa DÎSK’ê ya Amedê, Şaxa Emeklî Sen a DÎSK’ê ya Çanakkaleyê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Mafên LGBTÎ+’iyan, Komîsyona Hekîmtiya Jinan û Tenduristiya Jinan a Odeya Bijîşkan a Amedê, Hewldana Li Dijî Sûcê Raman, TUHAYDER a Egeyê, Komîsyona Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Wanê, Şaxa Egîtîm Sen a Wanê, Ev-Ek-Sen, Buroya Hiqûqê ya Bindestan, Rêxistina Sosyalîst a Bindestan a Antalyayê, Komeleya Piştevaniya Jinan a Fethiyeyê, Fîlmmor, Jinên Aştiyê yên Foçayê, FOçart, Komeleya Jinan a Gunebakan, Şaxa Hejmar 7 a Haber-Senê, Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Colemêrgê, Jinên Halkevî, Kongreya Demokratîk a Gelan, Meclîsa Nûnertiya Jinan a Bajar a Kongreya Demokratîk a Gelan, Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê, Meclîsa Jinan a SIDP a Antalyayê, Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Hatayê, Meclîsa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Osmaniyeyê, Edalet Ji Bo Herkesî, Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê, Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Amedê, Partiya Însan û Azadiyê, Komeleya Kar Perwerde Entegrasyon ABI e.V. ya Hanburgê, Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Îzmîrê, Platforma Jinan a Îzmîrê, Meclîsên Jinan, Tora Parastinê ya Jinan, Komeleya Nivîskarên Jin, Komeleya Jinan, Komeleya Mafên Mirovan a Jinan-Çareseriyên Nû, Komeleya Jin Bi Hev re Bihêz in, KASED (Komeleya Jin Çand Huner û Dêjeyê), Komeleya Şêwir û Piştevaniyê ya Jinan a Katre, Komeleya Çandê ya KAYY.DER, Meclîsa Jinan a KESK’ê, Komeleya Jinan a Kirkyama, Komeleya Îsota Sor, KODA, Komeleya Lêkolînên Kurd, Kovara DESTAR, Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Mêrdînê, Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, Komeleya Mafîgol Kaan a Wanê, MEBYA-DER, Hewldana 78’an a Mêrsînê, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê, Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Komeleya Jinan a Mîmozayê, Piştevaniya Mor, Mor Samaşik, Komeleya LGBTÎ+ ya Muamma, Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Enqereyê, Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Êlihê, Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Amedê, Şaxa OHD’ê ya Colemêrgê, Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Colemêrgê, Komîsyona Jinan a OHD’ê, Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Mêrsînê, Şaxa OHD’a Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Şaxa OHD’ê ya Stenbolê, Komîsyona Jinan a Wanê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Amedê, Komeleya Hêviyên Rengîn, Komeleya Jinan a Rosayê, Meclîsa Jinan a SES a Wanê, Şaxa SES’ê ya Wanê, Meclîsa Jinan a Partiya Rizgariya Sosyalîst (SYKP), Komeleya Jinan a Star, Piştevaniya Jinan a Sûltangazî, Rêxistina SYKP’ê ya Antalyayê, Şaxa Tarim Orkam-Sen’ê ya Wanê, Kedkarên Baskê Xizmetê yê Çandinî û Daristaniyê, Mîkasi, TJA, Lijneya Jinan a Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê,  Lijneya Jinan a Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Colemêrgê, Lijneya Jinan a Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Wanê, Komeleya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Tohum, Çand û Huner, TUHAY-DER, Foruma Çandê ya Tirkiye-Almanyayê, TÎP, Platforma Jinan a Rihayê, Baroya Wanê, Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê, Wan Çev-Der, Platforma Jinan a Wanê, Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Wanê, Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşamevî, Jiyan Havize Azadî, Jina Demokrat a Nû, Komeleya Jiyana Nû, Foruma Jinan a Yogurtçu, Hewldana Hemwelatî û Jinên Elewî yên 17+."

Saziyên ku daxuyanî îmze kirine her wiha wê îşev ji bo Aydenîz hashtagê vekin. 

Fezlekeya rakirina destnedayîna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamentera Amedê Saliha Aydenîz îro li Komîsyona Makeqanûn û Edaletê ya Meclîsê û Komîsyona Têkel tê nîqaşkirin.