1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Baselê hat silavkirin
Li bajarê Swêd Baselê, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekê hat silavkirin.
Li bajarê Swêd Baselê, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekê hat silavkirin.
Li bajarê Swêd Baselê, meşa 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat lidarxistin. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di axaftina xwe ya piştî meşê de got, "Sîstema xwerêveberiyê ya li Rojava hatiye avakirin, sîstemeke civakî ye."
Li bajarê Swîsre Baselê bi pêşengiya DEM-KURD'ê li Basel Dreîrosenparkê meşa silavkirina 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat lidarxistin. Di meşê de tevî Kurdistaniyan PYD, MLKP, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Swîsre, Tevgera Sosyalîst a Swîsreyê (SP), Parlamenterên SP Basel-Stadt Kerstîn Wenk, Mûstafa Atici, Peter Wenk, Brîgîtte Hollînger û dosên Kurdan amade bûn.
Di meşa li kolanên Baselê de belavokên bi serenavê "Piştgiriya navneteweyî ya ji bo Kobanê" hatin belavkirin. Girseya gel piştî meşê xwe gihand Claramatte û li vir mîtîngek lidar xist.
WENK: KOBANÊ XWEDÎ WATEYEKE SEMBOLÎK E
Li ser navê SP Kerstîn Wenk li mîtîngê peyivî û şervanên YPG/YPJ ên li Rojava şer dikin, silav kir. Wenk bal kişand ser polîtîkayên şer ên li hemberî gelê Kurd tên meşandin û da zanîn ku Erdogan bi awayekî hovane êrîşî gelê Kurd dike. Wenk bal kişand ser girîngiya şerê li Rojava li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tê meşandin û got, "Kobanê di şerê li Rojava de xwedî wateyeke sembolîk e."
'MODELA OCALAN NÎŞANEYA PÊŞEROJÊ YE'
Wenk got, "Modela Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nîşaneya pêşerojê ye" û da zanîn ku hewl tê dayîn ku ev model li Swîsreyê jî bê meşandin. Wenk bang li hikûmeta Swîsreyê kir û got, "Divê xwe ji dîktator Erdogan ê ku bi hovane êrîşî gelê Kurd dike vegire û destekê bide gelê Kurd."
Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî mîtîngê girseya gel li Basel Gûndeldîngerfeld Halle civiya û bi heman armancê çalakiyek li vir pêk anî. Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim jî beşdarî çalakiyê bû û ji bo ji nû ve avakirinê bang piştgiriya bi gelê Kurd re kir.
MUSLIM: GELÊ KOBANÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ NÎŞAN DA
Muslim da xuyakirin ku Kobanê bajarekî biçûk e, lê belê bi berxwedana xwe re li tevahiya cîhanê hatiye naskirin û destnîşan kir ku gelê Kobanê bi jin, ciwan û extiyarên xwe re mirovahî û demokrasî parastiye û berxwedaneke dîrokî nîşan daye. Muslim ragihand ku Kobanê bi berxwedana xwe re ji niha ve pêvajoya dîrokî guherandiye.
MUSLIM: GELÊ KOBANÊ DI PÊVAJOYA JI NÛ VE AVAKIRINA BAJARÊ HILWEŞIYAYÎ DE YE
Muslim anî ziman ku di herikîna dîrokê de ji bilî çiyê dostekî Kurdan nebûye û got, "Lê belê, dema ku me mafên mirovan û demokrasî li dijî çeteyên barbar parastin, me fêm kir ku tevahiya cîhan dostê me ye." Muslim diyar kir ku ew nû ji Kobanê hatiye û da zanîn, ku gelên li wir xwe diparêzin û êrîşên DAIŞ'ê hînê dewam dikin. Muslim ragihand ku Kobanê di pêvajoya ji nû ve avakirinê de ye û got, "Gelê Kobanê birînên xwe dipêçe û ketiye pêvajoya ji nû avakirina bajarê hatiye hilweşandin."
MUSLIM: SÎSTEMA XWERÊVEBERIYÊ YA LI ROJAVA SÎSTEMEKE CIVAKÎ YE
Muslim bal kişand ser sîstema xwerêveberiya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê û got, "Ev sîstema hatiye avakirin, sîstema ku em jê re dibêjin xwerêveberiya demokratîk, li Rojhilata Navîn modeleke nû ye. Yekemcar gelên Mezopotamyayê Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Suryaniyan sîstemeke ku tê de bi hev re bijîn, ava kirine. Ev sîstem sîstemeke civakî ye. Sîstemeke ji aliyê gelan ve hatiye avakirin e û wê li hemberî sîstema barbar a beriya 2000 salî, têk neçe. Têkoşîna îro li Rojhilata navîn tê dayîn, têkoşîna li dijî dijminatî û barbariyê ye." Muslim diyar kir ku bi têkoşîna li Rojava re xwerêveberiya demokratîk qezenç kiriye û destnîşan kir, ku Kobanê nîşaneya vê ye.