KURDISTAN
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
KCK: Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwawiyekê qebûl dike. Bi gotina 'Me qanûn derxist, qebûl nakin' nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê di derbarê êrîşên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan şehîd bûne.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
Heyeta çû şîna Saglam hate astengkirin!
Heyeta ku dixwest biçe şîna Zehra Saglam a ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kir, hate astengkirin. Heyetê tevî astengiyê daxuyanî da û gotin AKP mirinê tîne.
-
-
Berxwedana Nasir Yagiz di roja 125'an de ye
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz di roja 125’an de didome. Her diçe tenduristiya Yagiz giran dibe. Grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.
-
-
Karayilan: Ev hilbijartin gelekî girîng e
Karayilan: Ev hilbijartin gelekî girîng e. Her dengê ji bo AKP û MHP’ê tê wateya ‘Ez qetilkirina Kurdan pesend dikim, Kurdan bikujin’ Her dengê ku ji AKP û MHP’ê re diçin tê wateya qetilkirina Kurdan.
-
-
-
-
-
KCK'ê serketina li dijî DAÎŞ'ê pîroz kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, serketina li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ku 23'ê Adarê hate ragihandin pîroz kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rast a ji bo tinekirina bingeha îdeolojîk a DAÎŞ'ê.
-
PKK: Pêngava berxwedanê, faşîzma AKP-MHP'ê têk dibe
PKK: Pêngava berxwedanê ya 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin' li çar aliyên dinyayê belav bûye û gihîştiye asteke girîng. Ev berxwedana ku siyaset û zîhniyeta faşîst ji çar aliyan ve dorpêç kiriye, faşîzma AKP-MHP'ê têk dibe.
-
-
Li Erdîşê nelirêtiya 19 mîlyon Euro ya AKP’ê
Derkete holê ku şîrketa nêzî AKP'ê li navçeya Erdîş a Wanê nelirêtiyeke 19 mîlyon Euro kiriye. Şîrketa ku ji fona YE’yê 19 mîlyon Euro ji bo tesîsa ava paqij girtî, bêyî tesîsê biqedîne dewrî VASKİ’yê kir.
-
'Roj roja xwedîderketina li berxwedanê ye'
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Ayten Beçet û Zehra Saglam ên çalakiyên fedayî kirin bi bîr anî û diyar kir, "Roj ji her demê bêhtir roja berxwedanê ye." Bi taybetî bang li jinên ciwan û ciwanan hemûyan hate kirin ku rabin serhildanê.
-
-
-
Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê serkeftina QSD'ê pîroz kir
Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî serkeftina QSD'ê, YPG/YPJ'ê ya li dijî DAÎŞ'ê pîroz kir û got, ''Ev ked û berxwedaniya pîroz serdemeke nû bi xwe re anî û bû nirxê hevpar ê tevahî gelan.''
-
-
-
Leyla Guven xwest dawî li çalakiyên fedayî bê anîn
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li ser çalakiyên fedayî yên li zindanan û derve tên lidarxistin peyamek da û xwest, çalakiyên bi vî rengî neyên kirin, lê berxwedana heyî bê mezinkirin û got, "Em roja bidawîbûna tecrîdê bi hev re pîroz bikin."