KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Erdîşê HDP bi ser ket, AKP’yî bi hev ketin
Li navçeya Erdîş a Wanê piştî ku HDP bi ser ket AKP’yî bi hev ketin. Serokê navçeyê yê AKP’ê birîndar bû. -
30 girtî hatin sirgunkirin
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê zêdetirî 30 girtiyên ku ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bûn, hatin sirgunkirin. -
Hevşaredarên Qersê: Wê gel bi rê ve bibe
Hevşaredarên Qersê yên ji HDP’ê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bi gel re civiyan. -
Artêşa Tirk bombe li gundê Şêraniş ê Zaxoyê barand
Artêşa Tirk careke din êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kir, gundê Şêraniş ê Zaxoyê bomberbaran kir. -
HDP wê li Tetwanê îtîraz bike
HDP, wê li Tetwanê ji bo dengên hatine betalkirin îtîraz bike. -
Hilbijêrên AKP’ê yên leşker û polîs ji Qilebanê veqetiyan
AKP’ê bi qasî hejmara hilbijêran li ser navê ‘hilbijêriyê’ leşker û polîs şandibû Qilebanê. Leşker û polîs ji bajêr veqetiyan. -
'Tirkiye bi awayekî veşartî li Herêma Kurdistanê serweriyê dike'
Çavdêrê siyasî Felah Selah ragihand ku Tirkiye bi awayek veşartî li Herêma Kurdistanê serweriyê dike, bandorek mezin li ser biryarên herêmê heye. Selah got, Tirkiye bi wî awayî bandora xwe li ser peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de kiriye. -
Mûşê 2 hezar 500 dengên HDP'ê hatin betalkirin
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik diyar kir, 2 hezar 500 dengên derbasdar hatine betalkirin û got, wê îtiraz bikin. -
Bajar û navçeyên ku HDP lê bi ser ketine
Tevî êrîş û hîleyên dewleta Tirk jî HDP li 8 bajar û 45 navçeyan bi ser ket. -
HDP bi rêjeya 50 ji sedî yê dengan li Îdirê bi ser ket
Li Îdirê deng hemû hatin jimartin. HDP'ê 50.09 ji sedî yê dengan bi dest xist û li Îdirê bi ser ket. -
HDP li Erdîşê bi ser ket
HDP'ê li navçeya Erdîş a Wanê 3 hezar bêhtir deng stend û li navçeyê bi ser ket. -
Yekem gerîlayê ku dîmenê xeml û rewşa çiyê kişand: Halîl Ûysal
"Ez li vî welatî ji dayik nebûm û li vî welatî mezin nebûm. Li vî welatê bi navê Kurdistanê min tenê çiya dît. Ji dûr ve jî ronahiya bajaran... Lê belê li nava çemên wê ez şil bûm, min destên xwe da tehtên wê..." -
Faşîzm bi stratejiya HDP'ê hejiya
Stratejiya HDP'ê ya ji bo bidawîkirina rejîma qeyûm û têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê di asteke girîng de bi ser ket. Hin bajarên Kurdan ên bi demografiya wan hate lîstin, hatin desteserkirin. Lê li metropolan derbeke mezin li AKP-MHP'ê hate xistin. -
Li Îdirê HDP bi ser ket
Li Îdirê namzetên HDP’ê yê şerdariyê Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk bi 22,255 dengan û ji sedî 50,12 bi ser ket. -
Sakik: Li Mûşê deng hatine dizîn
Namzetê HDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik anî ziman ku li Mûşê 2 hezar û 500 deng hatine betalkirin û got: “Hê ti serketin nîne, deng hatine dizîn.” -
Namzetên Amedê: Serketinê diyarî berxwedêrên grevan dikin
Nazmetên Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP’ê Selçûk Mizrakli anî ziman ku encamên derketîn nerazîbûnên li dijî tecrîdê ne û serketin diyarî berxwedêrên grevan Leyla Guven û Gulten Kişanak kir. -
Leşkeran li Erdîşê dest danî ser 13 sindoqan
Li taxa Çelebîbag a Erdîşê leşkeran dest danî ser 13 sindoqan. -
Li bajarokê Bajêrgeh li gel leşkeran deng hatin hejmartin
Li bajarokê Bajêrgeh ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê leşkeran rê neda ku gel encamên hilbijartinê bişopînin. -
Bûldan: Polîtîkaya qeyûman têk çû, Kurd bi serketin-NÛ BÛ
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di pîrozbahiyên li Amedê de daxuyaniyek da û diyar kir ku polîtîkaya qeyûman têk çû, Kurd û hêzên demokrasiyê bi ser ketin. -
Li Amedê gel encaman pîroz dike
Li Amedê gel çûyîna qeyûman bi govendê pîroz dike. ANF’ê wêneyê coşa gel girt. -
Li Amedê polîsan kîsên dengan anîn edliyeyê
Li Amed û Êlihê encamên sindoqan û kîsên dengan tînin edliyeyê. Li Amedê ligel ku qedexe ye jî polîsan rahiştin kîsên dengan. -
Gel li pêşiya avahiyên HDP’ê kom dibin
Li heremê hejmartina dengan didome, gel li pêşiya avahiyên HDP’ê yên navçe û bajaran kom dibin. -
Li Îdir û Edeneyê deng veşartî tên hejmartin
Li Îdirê li paş deriyan deng tên hejmartin û li Edeneyê jî muşahîd ji polan hatin derxistin. -
Hişyarî: Li Kurdistanê dengdan saet 16.00'an diqede
Alîkarê Hevserokê Bajêr ê Amedê yê HDP'ê Mustafa Akengîn, got li Kurdistanê dengdan wê saet 16.00'an biqede û bi teqezî divê ewlehiya sindoqê were kirin. -
Li Erdîşê polîsan avêtin ser sindoqê, HDP'yî destgîr kirin
Polîsên Tirk li taxa Yeşîlova ya navçeya Erdîş a Wanê avêtin ser dibistana Selvîhanê û gelek kes destgîr kirin.